Li du 2 polîsên ku lêgerîna tazî kirin cezayê girtîgehê hat birîn

Ji bo polîsên ku berdevka piştevaniya Taksîmê Mucela Yapici û keça wê Cansu yapici lêgerîna tazî kirin, bi sucê “erkê xwe xirab bi kar anîne” 5 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

Navenda nûçeyan- Di doza 3 polîsên ku ji ber li ser berdevka Hevgirtina Taksîmê Mucella Yapici û keça wê Cansu Yapici lêgerîna tazî kiribûn dihatin darizandin de biryar hat dayîn.

2 polîsên jin bi sucê “Îşkence û zext” hatin darizandin û lêgerîn pêk anîn û “erka xwe xirab bi kar anîne” 5 meh cezayê girtîgehê li wan hat birîn polîsek ji heman sûcê dihat darîzandin beraet kir.

Di danişîna ku li 11’emin  Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin de parêzera Mucella Yapici û Cansu Yapici Gulyeter Aktepe û parêzerên bersûc ên polîsan amade bûn. Parêzer Gulyeter Aktepe di axaftina xwe ya li dijî mutalayê de wiha got: “Muwekîlên min rastî îşkenceya tazî ya lêgerînê hatin, tevî ku sedema binçavkirina wan a nehiqûqî û bêhiqûqî sûcê narkotîkê nebûye jî 2 saet piştî bincavkirina wan lêgerîna tazî li ser wan hatiye kirin.”

2 polîs hatin cezakirin

Di dawiya axaftinan de dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê ji ber sûcê “erka xwe xirab bi kar anîne” biryara beraeta bersûcek da û ji bo 2 bersûcan jî 6 meh cezayê gitîgehê da dûre ji bo her yekê jî kêmkirina biryarê 5 meh cezayê girtîgehê da. Di heman demê de dadgehê biryar da ku ragihandina hikmê paşve bixe.