Li Diyanayê careke din mirina bi guman
Li navçeya Diyana ya girêdayî herêma Soran jineke ciwan bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan- Li herêma Kurdistanê her roja ku diçe kuştin û mirina bi guman a jinên ciwan zêde dibe. Tenê di nava vê mehê de 3 jinên ciwan mirî hatin dîtin. Jina ciwan a bi navê Hawjîn Mehemed a 17 salî li navçeya Diyana ya girêdayî Soranê mirî hat dîtin û heta niha sedema mirina wê nehatiye zanîn.