Bloggera Iraqî Teybe Lelî hat qetilkirin
Çapemeniya Iraqê ragihand ku duh li parêzgeha Dîwaniye bloggera Iraqê Teybe Lelî ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin.
Navenda Nûçeyan – Di bin rûpoşa bav, bira, hevjîn de qetilkirinên jinan her roja derbas dibe girêdayî polîtîkayên şer qetilkirin û tundiya li ser jinan her ku diçe zêde dibe. Zagonên ku bi destê mêr-dewletê hatine nivîsandin ji parastina mafê jinan wêdetir tenê rê li van komkujiyan vedike, kiryarên qetlîamên jinan bi bêcezatiyê tên parastin.
Çapemeniya Iraqê ragihand ku Teybe Lelî li parêzgeha Dîwaniye ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin.
Her wiha hat destnîşankirin ku Teybe Lelî salek bû li dervey welat bû, piştî li ser daxwaza diya xwe vedigere li Bexdayê, ji aliyê malbatê ve rastî zext û gefan tê.
Hêjayî gotinê ye ku heta niha ji aliyê Wezareta Navxweyî ve ti daxuyaniyên fermî li ser buyerê û agahiyan nehatiye dayîn.