Li Dirbêsiyê gel Newroza azadiyê pîroz dike

Li Dêrbisiyê bi beşdariya gelê Kurd, Ereb, Aşûrî û Sûryaniyan, îro gelê Kurd ên li Til Temir, Dirbêsiyê, Zirganê û Çolbestanê pîrozbahiya Newroza 2024’an bi diruşmeya "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" dest pê kir.

Hesekê - Gelê Kurd ligel Ereb, Aşûrî û Suryanan îro bi cil û bergên xwe yê gelêrî berê xwe dan qada Newrozê ku li gundê Çolbestan ê başûrî navçeya Dirbêsiyê. Ji bo newroz a îsal bê qeza derbas bibe Hêzên Ewlekariya Hudirîn li dora qadê çend roj in nobedariyê digrin. Bi hezaran jin, zarok û mêr ji navçeyên Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê berê xwe dan qada Newrozê, qad jî bi alên Tev-Dem, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilan, wêneyên şehîdên Newroz a 2023’an ê Cindirêsa Efrîn û zarokên hatine qetilkirin hatin daliqandin. Tevî  êrişên dagirkeriyê coşa newrozê û kêfxweşiya wê li ser rûyê bi hezaran kesî diyar bû.

Bernameya Newroza bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî pakrewanên azadiyê destpêkir. Piştre nirxandinên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê Newrozê de hat guhdarkirin û agirê Newrozê hat pêxistin.

'Ji bo azadiya fêzîkî a Rêber Ocalan têkoşînê mezin bikin'

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo di Newrozê de axivî  û Newroz a 2024’an li jinên pêşeng, dayikên xwedawend û hevrêyê jinan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Newroz newroza Rehşan Mezlûm û Zekiya Alkan e, newroza berxwedan û serhildanê ye. Em ê hesret û xeyalên hevrêyên xwe yê şehîd ji bo jiyaneke azad û civakeke demoqratîk pêk bînin. Her ku sîstema Netewa Demokratîk ji cîhanê re dibe nimûne, pêşengtiya jinan ji bo aşîtiyeke mayinde xwe dide der. Li hemberî sîstemên desthilatdar, kampîtalîst û olperestiyê û nijadperestiyê berxwedaneke dîrokî dane meşandin. Îro encama şoreşa me xwe dide der û kombûna îro nîşana berxwedana li hember hişmendiya dagirkeran e. Her ku gelê Kurd û dostên wan gavên erênî davêjin, dewleta Tirk tecrîda girankirî li ser Rêber Abdullah Ocalan girantir dike, rê nadin hevdîtina malbat û parêznerên ve were pêkanîn. Tirsa ji felsefeya Ocalan îflasa dewletan radixe ber çavan. Peyama  me di Newroza 2024’an de ew e ku her kes ji bo azadiya fêzîkî a Rêber Ocalan bikeve tevgerê û em têkoşîna xwe mezintir bikin. "   

Piştî axaftinan ji navçeya Til Temirê Koma Şehîd Sosin Bîrhat a govendê û Koma Serdem a stranan derketin ser dikeyê û govend û stranên xwe yê ji kevneşopiya Kurdî pêşkêş kirin.

Pêkhateyan li ber stranên koman goven gerandin.

Bernameya Newrozê wê bi Koma Hekarî a stran û govendên Aşûrî, Koma Şoreş a stranan, Hûnermend Hojîn Hêriz û Koma Zîlan a stranan ligel çend hûnermendên din bi pêşandana stranên ji çand û çanda Kurdî wê bi dawî bibe.