'Li dijî zewaca zarokan divê tedbîr bên girtin'

Parêzerên jinan diyar kirin ku li Îskenderiyeyê ku yek ji bajarên herî mezin ê Misirê ye zewaca zarokan berbelav bûye û diyar kirin ku divê li dijî zewaca zarokan tedbîrên sûc bên girtin.

ASMAA FATHI

Qahîre - Zewaca zarokan tevî ku binpêkirina mafên mirovan e, li hin welatan hîn jî didome. Di lêkolînan de xizanî, kêmbûna asta perwerdehiyê, bêkarî, hejmara zêde ya zarokan, rol û kevneşopiyên zayendî wekî sedemên zewaca zarokan hatine rêzkirin.

Mînaka zewaca zarokan ji Îskenderiyeyê tê, ku yek ji mezintirîn bajarên Misrê ye. Jina 35 salî ku naxwaze navê xwe yê rast eşkere bike, di 15 saliya xwe de bi pismamê xwe re hatiye zewicandin dibêje:“Dê û bavê min gotin qedera min ew e ku bizewicim û xwedî li malbatê derbikevim. Dema ez zarok bûm min xwe carekî dayika 3 zarokan dît.” Di berdevamiya axaftina xwe de anî ziman ku piştre biryar daye ku ji bo zarokên xwe bijî. Piştre  poşman dibe ku zewaca ku malbata wê wekî "qeder" nîşan da, wekî tercîha xwe dît.

'Keç ne di ferqêdene ku mafên wan tên binpêkirin'

Parêzer Sana Remzî diyar kir ku li Îskenderiyeyê gelek zewacên zarokan hene û got, “Ji ber ku zaroka keç biçûk e û têr nake, zewac serkeftî nabe. Piştî heyameke jiyana xwe, keç bi şekleke eşkere encamên biryara der barê xwe de bibîne.  Ew matmayî ye ji ber ku ew bi kirîn û diyariyên ku wê demê ji bo wê hatine kirin kêfxweş in. Nizanin ku mafên wan hatine binpêkirin. Çend sal piştî zewacê û xwedîkirina zarokekê, vê carê dest bi lêgerîna rêyekê dike û jiyana xwe bi zincîrkirî hîs dike. Mînak biryara berdanê dide. Gelek kes di nava zewacê de rastî tundiya fîzîkî û zayendî tên. Ji tirsa ku bê bihîstin nikare biaxive. Malbatên ku zanibin jî vedişêrin.”

'Destavêtina zewacê li wan tê kirin'

Sana Remzî, bûyera ku keçeke ku di 16 saliya xwe de hatiye zewicandin, rastî destavêtina zewacê hatiye anî ser ziman û wiha got: "Heya dibe reşît yanî 3 sal neçar dimîne vê êşê bikşîne û dema dikeve 18 saliya xwe diçe doza hevberdan û tazmînatê vedike. Mînakek din jî Malbatek keça xwe bi bi memureke dewletê re rewşa aborî ya wî baş re dizewicîne. Ev 15 sal in ji ber zewaca xwe êşê dikşîne û ber bi întîharê ve tê. Em wisa difikirin ku ev mînakên hatine nîşandan û yên ku nayên nîşandan jî pir in.”

'Torên civakî hene ku zewacê teşwîq dikin'

Parêzer Amanî Şewqî El-Bagûrî da zanîn ku rêjeya zêde ya hevberdanê bi zewaca temen biçûk ve girêdayî ye. Amanî Şewqî El-Bagûrî îşaret bi torên civakî yên dîjîtal ên ku zewacê teşwîq dikin jî wiha got: “Malperên ku zewacê teşwîq dikin hene û keç jî hene ku bi van malperan re eleqedar dibin. Di roja me ya îro de pêwîstiya me bi bersivên pirsan heye ku zarok çawa tên mezinkirin, çawa tên perwerdekirin, ji bo pêşerojê çawa tên amadekirin. Bi taybet perwerdeyên li ser tundiya li ser jinê divê di malbatê de dest pê bikin, tevger bên sererastkirin û hişyarî bê çêkirin. Dikare zarokan bi hişmendiya mafên jinan mezin bike.”

Amanî Şewqî El-Bagûrî bal kişand ser wê yekê ku bi zewaca temen biçûk nifşek ku hewcedarê vejînê ye tê afirandin û got ku zewaca temen biçûk binpêkirina mafên mirovan e. û wiha gotinê xwe bi dawî kir: “Malbat zarok neçar dikin ku jiyaneke ne li gorî temenê wan bijîn. Zarok li ser hewcedarî û pêdiviyên malbatê tiştekî nizanin. Divê tedbîrên sûc û pêvajoya qanûnî bên girtin."