Li dijî zagona ku zewaca zarokan erê dike kampanyaya îmzeyê hat destpêkirin

Parlementera Iraqê ragihand ku li dijî zagona ku zewaca zarokan erê dike kampanyaya îmzeyê dane destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Parlementera Iraqî Aso Ferîdûn ragihand ku li dijî zagona ku zewaca zarokan erê dike li parlementoyê kampanyaya îmzeyê dane destpêkirin.

Aso Ferîdûn di civîna çapemeniyê de diyar kir ku ew li dijî zagona ku zewaca zarokan  erê dike kampanyaya îmzeyê dane destpêkirin. Aso Ferîdûn diyar kir ku li dijî sererastkirina zagona ku sînorê zewaca 18 salî ji holê radike û rê li ber zewaca zarokan  vedike xebat tên meşandin û got ku ev zagon dijberî madeyên 2, 14 û 41 ê.

‘Li dijî civakê gefek mezin e’

Aso Ferîdûn destnîşan kir ku li gor Şîî, Sûnniyan temenê kamilbûnê ya jinên ciwan di 9 salî de destpêdike û li gor guhertina zagonê êdî peymana zewacê ji derveyî dadgehan dê li gor şerîatê were pêkanîn û wiha berdewam kir: “Guhertina zagonê li dijî civakê gefek mezin ava dike. Kesên ku di temenê biçûk de dizewicin tu agahiya wan ji zewazê nîne. Ji ber vê yekê 10 parlementer li dijî zagona ku zewaca zarokan erê dike ye. Ji bo ku ev zagon nekeve parlementoyê me gelek hewil da. Lê hewildanê me tu encam neda.”