Li dijî xizmên girtiyan lêgerîna tazî û tacîz

3 girtiyên li Girtîgeha Kiriklara Îzmîrê, di nameya ku ji Şaxa ÎHD'a Îzmîrê re şandin de, diyar kirin ku xizmên wan ên ji bo hevdîtinê hatine rastî lêgerîna tazî û tacîzê hatine û xwestin raya giştî bertek nîşanî bûyeran bide.

Navenda Nûçeyan- Xizmên girtiyan ên di 5’ê gulana 2023’yan ji bo hevdîtina vekirî çûn Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kiriklara Îzmîrê, rastî lêgerîna tazî û tacîzê hatin.

Tiştên ku li girtîgehê qewimîn, bi nameya ku girtî Îshak Deman, Salîh Golyar, Savaş Altûn, Samî Ozturk û Welat Taş ji Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê re şandin derket holê.

‘Êrîşek bi pergalî ye’

Girtiyan ku bi nameyê tiştên hatine serê malbatên wiha vegotin:

“Li girtîgeha em lê tên girtin di hevdîtina vekirî ya 5’ê gulanê de di bin navê lêgerînê de rastî lêgerîna tazî hatine. Ferdên malbatên me yên jin heta bin cilên wan jî ji ber wan hatine kirin û hatine tacîzkirin. Yê ku ev pêkanîn xistiye meriyetê Midurê Yekemîn ê Girtîgehê Îbrahîm Yucesoy e. Bi vê êrîşa ku rûmeta mirovan dişkîne tê xwestin her dem malbatên me bên tacîzkirin. Ji ber malbatên me yên cuda ku beriya niha hatibûn hevdîtinê jî rastî heman muameleyê hatibûn. Ev yek bûye şeweyeke êrîşê ya sîstematîk. Li malbatên me yên li dijî vê pêkanînê derketine jî gefa qedexeya hevdîtinê hatiye xwarin. Ji me girtiyên ku bertekê nîşanî van êrîşên feraseta lanetî û pêkanînan didin re jî lêpirsînên dîsîplînê tên vekirin û hewl didin bi van cezayan çavên me bitirsînin.”

Girtiyan, xwest li dijî tiştên hatine dijîn ji raya giştî bertek werin nîşandan.