Li dijî xirabûna rewşa jiyanî û zextê: Tûnisî li kolanan in
Di xwepêşandaneke ku ji aliyê tevgera "Nafs" ve hat organîzekirin de, xwepêşanderan xirabûna şert û mercên jiyanê û zêdebûna zextê şermezar kirin. Her wiha daxwaza gihîştina av û elektrîkê û eşkerekirina rastiya mirina girtiyan kirin.
Tûnis – Duh "Tevgera Nefs" li ber Stadyûma Olîmpiyatê ya El Menzah a li Tûnisê xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşanderan daxwaza dabînkirina pêdiviyên herî bingehîn ji bo jiyana bi rûmet ji bo gelê Tûnisê kirin. Di xwepêşandana ku endamên saziyên civaka sivîl û çalakvanên serbixwe tê de bûn, dirûşm hatin bilindkirin ku daxwazên mafên mirovan hatin kirin nerazîbûn hat nîşandan.
Xwepêşanderan dirûşmên şermezarkirina zexta ewlehî û siyasî ya zêdebûyî qîriyan, li hemberî şert û mercên jiyanê yên xirab nerazîbûn nîşan dan û dirûşm bilind kirin. Her wiha daxwaza berdana hemû girtiyên wijdanî, siyasî û rojnamevanan kirin.
Tevgerên cûrbecûr ên ji aliyê civaka sivîl ve li Tûnisê hatine organîzekirin ne tenê bi daxwazên civakî û jiyanî ve sînordar in, bi sînordarkirina sîstematîk a azadiya di her warî û takekesî, bi taybetî azadiya derbirînê û çapemeniyê re rûbirû ne. Fermana 54 û gelek fermanên din ên ku beşdarî sînordarkirina qada giştî û tepisandina azadiya ramanê li Tûnisê bûn, hatin şermezarkirin.
Welat bi krîzek re rûbirû ye
Aktîvîsta civaka sivîl Naciya El-Warxî da zanîn ku ji bo başkirina rewşa jiyanî û mirovî li herêmê çalakiyên xwe li dar xistine. Naciya got: "Welat di nava krîzek mezin de ji dema serxwebûnê ve heta niha. Bi kêmbûna avê û qutbûna elektrîkê ya dubare bandor li hemû qadan dibe, rewş hatiye ber hilweşînê. Her wiha hejmarek girtî tenê ji ber ku daxwaza qurtek avê dikin, di germahiya zêde de ji tîbûnê dimrin. Krîz ji dîwarên girtîgehan belavî kolanan dibe.
Tevger hêrsa gel nîşan dide
Parêzer Mûniyê Ibrahîm da diyarkirin ku beşdarbûna tevgera Nefs beşek ji rêze xwepêşandanên li ser erdê ye, bersiva rewşa bêçare ya siyasî û zext û girtinên kêfî yên ku siyasetmedar, blogger, rojnamevan û karsaz hedef digrin e.
Mûniyê Ibrahîm destnîşan kir ku ev tevger hêrsa gel li ser xirabûna giran a aborî û civakî nîşan dide, ji ber ku Tûnisî ji ber krîzên jiyanê gelek zoriyan dikşînin û wiha got: “Wisa ye ku nikarin ava vexwarinê ji malbatê re peyda bikin. Di heman demê de mirina kesan li girtîgehan jî ji ber tîbûn û germahiya zêde ye. Hilbijartina Stadyûma Olîmpiyatê ya li El Menzahê wekî cihê xwepêşandanê ji ber girîngiya wê ya sembolîk e, weke sembola têkçûna mezin û nebûna projeyan bû.”
Daxwaza serbestberdana hemû girtiyan
Li ser eniya dadwerî û siyasî, Mûniya Ibrahîm behsa doza ku jê re "doza komployê" tê gotin kir û tiştê ku wê wekî manîpulekirina siyasî ya dadweriyê bi nav dike şermezar kir. Mûniya destnîşankirina dadwerek ji bo wê Dadgeha Bilind di dema betlaneya havînê de ji bo derxistina biryareke redkirina îtîrazê û girtina dozê, kir. Her wiha da zanîn ku malbat û tîmên parastinê dê berxwedana xwe bidomînin û daxwaza berdana tavilê ya hemû girtiyên siyasî bikin.
Rewşa jiyanî û aborî li Tûnisê têk diçe
Ev rewşa xirab ne tenê bi aliyên jiyanî û aborî ve sînordar e, bi kêmbûna destkeftiyên azadiya di gelek waran de û takekesî de her diçe krîz mezintir dibe . Welat şahidiya tengasiyek sîstematîk a azadiya derbirînê û çapemeniyê dike. Dîmenê tarî yê heyî, hesteke giştî yê windakirina rê û nebûna çareseriyên radîkal xurt kiriye ku ev yek bûye sedem hêzên civaka sivîl, rêxistin û kesayetên serbixwe bi tevgerên domdar ên meydanê dengê xwe bilind bikin.