Li dijî UNICEF’ê berteka avê: Dibe ku nexweşiyên şewbê belav bibe

Jinên li qampa Şehbayê bertek nîşanî biryara UNICEF ya kişandina alîkariya avê ji Kantona Şehba da û diyarkirin ku divê biryara xwe demildest paşde bikşînin, dibe ku nexweşiyên şewbê belav bibin.

RAPERÎN BEKİR

Şehba- Bi dagirkirina Kantona Efrînê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriye ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wî ve gel neçar man cihên xwe bi terikînin û li Şehba tevî şertên zehmet, êrîş û dorpêçan têkoşîna xwe berdewam dikin. Fona Alîkariya Zarokan ya Netewên Yekbûyî (UNICEF) di 15’ê Sibatê de biryar girt ku ava ku dişand ji  hezar mirovên ku ji Kantona Efrînê bi zorê ji cihên xwe bûne û xwe spartine qampên li Şehba  û  gund û bajarokan êdî avê neşînin. Ev biryar rastî bertekan hat.

‘UNICEF alîkariya ava vexwarinê kişand’

Hevseroka şaredariya gel ya Şehba Elif Muhammed bi bîrxist ku gelê Efrînê ev 6 sale ji ber êrîş û polîtakayên dorpêçê yên dewleta Tirk û hikumeta Şamê rastî gelek zehmetiyan hatine. Elif Muhammed da zanîn ku UNICEF di van demên dawî de alîkariya xwe ya ava vexwarinê ji gund û bajarokan kişandiye û ev rexne kir û got: “Ev polîtaka ji rêxistin û erk dûre.”

‘Wê rê li ber gelek nexweşî belav bibe veke’

 Elif Muhammed bal kişand ku ava li Şehba ne guncawe were vexwarin û ev tişt got: “Li dijî hemû zehmetiyan, em hewl didin pêwîstiyên avê bi cih bininin. Divê alîkarî bi yên ku ji cihên xwe bûne re bê kirin. Divê UNICEF biryara xwe ji nûve bifikire. Ev rewşek der miroviye. Li Şehba bînesazî hema bêje tune bû û ava di bîrên heye de jî kêr vexwarinê nayê. Ger UNICEF ava vexwarinê neyne wê rê li ber gelek nexweşî belav bibin, wê felaketên mirovî bê jiyîn.”

Elif Muhammed bang li saziyên mafê mirovan û hikumeta Şamê kir ku dorpêça li herêmê rakin û destur bidin destpêkê ava vexwarinê, sotemenî û melzemeyên xwarin werin û got: “Divê polîtakayên li beramberî yên ku ji cihên xwebûne cardin li ber çavan re derbas bikin, divê erkê xwe yê mirovî û exlaqî bicih bînin.”

‘Biryar der miroviye’

Penabera ku di qampa Serdemê de jiyan dike Cîhan Yûsuf destnîşan kir ku biryara UNICEF ya paşdekişandina alîkariya ava vexwarinê weke der mirovî pênase kir û da zanîn ku divê UNICEF vê biryarê ji nûve li berçavan derbas bike û wiha got: “Ji roja ku em koçberî Şehba bûne heta niha, em rastî her cûrê zehmetiyan hatin. Em li beramberî dorpêça hikumeta Şamê rabûn û em li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser lingane. Ev biryara UNICEF li dijî zêdekirina êşên meye. Ger di biryara xwe de îsrar bikin wê li qampê nexweşiyên şewbê belav bibe.”

 Ji qampa Berxwedan Hatîce Ahmed bang kir ku divê UNICEF demildest biryara xwe paşde bikşîne û got: “Ev biryara ku hatî girtin ne li gora saziyek navnetewî ku alîkariya yên ku ji cihê bûne dike ye.”