‘Li dijî tundiyê têkoşînekî xurtir divê’

Jinên bajarê Qamişloyê dan zanîn ku li Rojhilata Navîn qetilkirina jinan zêde bûye, malbat tenê jinan ji têgehên ‘namûs û şerefê’ berpirsyar dibînin, dibin sedema qetilkirina wan û gotin ku li dijî vê têkoşîn divê.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Li seranserê cîhanê, li Rojhilata Navîn, tundî û kuştina jinan zêde dibe. Ev yek ji diyardeyên civakî yên herî xetere ye ku jiyana jinan û ewlehiya civakan tehdît dike. Pêwîst e bi lezgînî qanûnên astengkirinê û gavên pratîkî ji bo parastin û mîsogerkirina mafên wan destnîşan bike, werin derxistin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku jin bi têkoşîna xwe bûn xwedî gelek destkeftiyan, têkoşîna jinan a ji bo guhertin û veguhertina hişmendiya mêr ê hê jî jinan qebûl nake didome.

Jinên bajarê Qamişloyê ya Kantona Cizîrê jî derbarê qetilkirina jinan, tundî û zextên li ser jinan û têkoşîna jinan a li hemberî vê ji ajansa me re axivîn.

Rêvebera Mala Jin a bajarê Qamişlo Behiya Murad destnîşan kir ku ji ber irf û edetên civakê gelek jin tên qetilkirin û wiha got: “Pêwîstî hebû ku Mala Jin were avakirin. Ji ber gelek adet û kevneşopî di civakê de hebûn, tundî li ser jinan dihat kirin, wek zewaca zarokan, pirzewacî, berdêlîkirin û zewaca beramberî xwînê. Tevî ku Mala Jin hatiye avakirin hê jî gelek jin şerm dikin û ditirsin ku pirsigirêkên xwe li derveyî malê vebêjin. Gelek malbatên ku tundiyê li jinan dikirin, weke Mala Jin me mudaxele li wan dikir û perwerde dida malbatan.”

‘Mala Jinê edaletê dimeşîne’

Behiya Murad da zanîn ku civak gihîştiye asteke wisa ku dizane Mala Jinê edaletê dimeşîne û cihê çareseriyê ye û agahiyên girîng da. Behiya ragihand ku gelek jin di bin navê şeref û namûsê de tên qetilkirin û wiha got: “Civaka me di gelek zorî û zehmetiyan de derbas dibe, gelek jin li Rojava ji aliyê çeteyan ve bi riya înternetê tên xapandin, gelek kes tên Rojava ji bo fikrên çewt di navbera gel de belav bikin. Asayîşa me di vê mijarê de erkê xwe pêk tîne.”

‘Rola ragihandinê di civakê de girîng e’

Behiya Murad diyar kir ku pêwîst e bernameyên taybet ji bo jinan werin pêşkêşkirin û wiha pê de çû: “Gelek jinên ciwan temenê wan biçûk in dikevin şaştiyan. Rola ragihandinê di civakê de roleke girîng e. Pêwîst e bername û çîrok di televîzyonê de ji civakê re werin pêşkêşkirin. Komîna sînemayê heye, em dikarin bi riya wê pirsgirêkên civakê pêşkêş bikin û çareser bikin. Gelek pirsgirêkên civakê ji me re tên ragihandin. Bi riya perwerdeyê û bernameyên taybet ji bo jinan divê pêşî li qetilkirinên di nava civakê de were girtin. Her malbatek berpirsyarê zarokên xwe ye. Pêwîst e her malbat hişyar be ji bo zarokên xwe. Gelek mêr tiryakê dikşînin û jinan qetil dikin. Daxwaza me ew e ku ji derveyî qetilkirinê rêbazên din werin bikaranîn.”

‘Jin di bin navê olê de tên qetilkirin’

Endama Meclîsa Jin a Kongra Îslama Demkratîk Meryem Mihemed da zanîn ku gelek jin di bin navê olê de tên qetilkirin û wiha got: “Di Rojhilata Navîn de di bin navê olê de gelek jin tên qetilkirin. Di olan de, bi taybetî di ola îslamê de qetilkirina jinan tune ye, wekheviya jin û mêr heye. Lê gelek şêx Quranê li gorî berjewendiyên desthiladaran şîrove dikin, nivîsan berovajî dikin û li gorî daxwazên xwe bikar tînin. Ji bo ku jinan di hundirê civakê de bişkînin dibêjin di olê de gotiye ku jin werin qetilkirin. Zêdetir jin bi navê şerefê tên qetilkirin. Ji ber ku di civakê de tenê berpirsyarên şerefê di malbatê de jin in. Çareserî ew e ku nivîsên çewt ên di civakê de belav bûne werin rastkirin û şîroveyên rast ji van nivîsan re werin pêşkêşkirin. Çawa ku ol bi aştiyê ketine nava civakê divê niha jî rastiya wan wiha were şîrovekirin. Pêwîst e jin hişmendiya xwe zêdetir kûr bikin.”

‘Pêwîst e sînor ji tundiyê re werin dayîn’

Rêvebera Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li dijî jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arzo Temo anî ziman ku tevî gelek zagon ji bo parastina jinan hatine derxistin, hê jî jin tên qetilkirin û wiha got: “Li Rojhilata Navîn qetilkirina jinan di bin navê şeref û namûsê de zêde dibe. Rêveberiya Xweser gelek zagon ji bo parastina jinan derxistin û gelek awayên ceza ji bo kesên ku jinan qetil dikin pêk anîn. Beriya zagonên Rêveberiya Xweser dema ku jinek dihat qetilkirin, lihevhatin di navbera 2 malbatan de pêk dihat li beramberî mîqdarek pere. Bi biryara Lijneya Yasadanînê pêwîst e Rêxistina Sara bibe aliyek di dozên qetilkirinê de. Civaka me şeref û namûsê bi jinan ve girê didin. Pêwîst e sînor ji tundiyê re werin danîn.”