Li dijî tûndiyê kampa jinan a bihêzkirinê destpê kir

Di çarçoveya çalakiyên hemleya 16 rojan a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, kampeke jinan a ji bo bihêzkirin û piştgirîkirina jinan li Xazayê hat destpêkirin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Yekemîn û yekane kampa jinan a ji bo bihêzkirin û piştgirîkirina jinan li Xazayê hat destpêkirin. Kampa jinan a bi navê "Ehna Qedha", rizgarbûyên penceşêrê yên jin yên ku hewcedariya wan bi piştgirîya psîkolojîk û moralî heye dike hedef da ku wan ji nû ve entegreyî jiyanê bike.

Rêveberê Tora Wîsal Meha El-Raî got ku li kampê çalakiyên curbecur hene û wiha pê de çû; “Tecrûbeya vekirina kampê dijwar bû, ji ber ku şîdet û êşa ku jin ji malbat û derdora xwe tê jiyan kirin anî ziman. Di çarçoveya bernameya kampê de, wê plansaziyeke stratejîk hebe ku hevjînan ji bo guhertina qalibê û piştgiriya jinan dike hedef. Encama kampê dê bibe destpêka hemleya cîhanî ya 16 rojan, bi pêşkêşkirina beşek ji çalakiyên ku tundiya bi hemû şêweyên wê li ser jinan radigihîne. Jinên Fîlîstînî dê bi awayekî xurt beşdarî kampanyaya 16 rojî bibin û dê beşên vîdyoyê yên ku bûyer û çalakiyên ku li dar xistine û çawa bandor li kesayeta wan kirine û bi awayekî radîkal fikr û ramanên xwe guherandine nîşan bidin.”

Dê kamp 10 rojan bidome

Berpirsa belgekirinê li Tora Wîsal Kerîma El-Fera jî wiha anî ziman; “Me ev kamp ji bo jinan vekir, ji ber ku gelek jin bi zexteke mezin a derûnî re rû bi rû ne û ji bo jinûve entegrekirina wan di nava civakê de pêwîstiya wan bi dewreyên giran heye. Kampê wê nêzî 10 rojan bidome.”

Îman Kabûş  a 49 salî jî wiha got: “Ev yekem car e ku beşdarbûna kampekê dibim, ezmûneke xweş û dewlemend e, ji ber ku min pê hesiya ku di jiyanê de maf û rola min heye, nemaze piştî ku ez bi nexweşiya penceşêrê ketim û bê hêvî bûm.”