Li dijî tundiyê dê jin bi dirûşma ‘Bê hincet’ li qadan bin
Parêzvana mafên mirovan Rîm El Gîlanî anî ziman ku ew ê di rojên çalakiyên 16 rojan a ji bo 25’ê Mijdarê de balê bikşînin ser her cûre tundiya li ser jinan û got: “Îsal bi dirûşmeya "Bê Hincet" em ê li qadan bin.”
ÎXLAS HEMRONÎ
Tûnis – Jin bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Jinê ya Cîhanê ji bo binpêkirina mafan bînin ziman û balê bikişînin ser vê mijarê li çar aliyê cîhanê dadikevin qadan. Neteweyên Yekbûyî her sal ji 25’ê Mijdarê heta 10’ê Kanûnê kampanyayên 16 rojan organîze dike. Di van 16 rojan de xwepêşandan û çalakî tên lidarxistin û tundiya li ser jin û zarokên keç tê eşkerekirin. Li Tûnisê ku şîdeta li ser jinê her ku diçe zêde dibe, jin balê dikişînin ser binpêkirinên ku di rojên xwe yên çalakiyê de dijîn.
Parêzvana mafên mirovan Rîm El Gîlanî ku ji ajansa me re nirxandin kir, diyar kir ku girîng e jinên Tûnisê tiştên ku di van 16 rojan de jiyaye vebêjin û derxin holê. Rîm El Gîlanî got: "Pêngava 16 rojan ji bo têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan îro roj derfetek e balkişandina ser dozên jinan e ji bo cîhan bi tevahî bibîne. Pêngav salane ji 25’ê Mijdarê destpê dike û heta 10’ê Kanûnê roja cîhanî ya mafên mirovan dewam dike. Weke tevgereke berxwedêr bi hejmarek çalakvanan destpê kiriye û heta niha salane hejmarek komeleyên jinên cîhanê pê ve radibin. Pêngaveke girîng e armanca wê jî girîng e ji ber kar li ser sepandina çanda mafên jinan a ku zagon û destûran di nav xwe de hewandiye û pêk neaniye dike bi taybet li welatên ereban. Mafnasên jin di vê demê de daxwaza piştgiriyê ji civaka sivîl dikin ji bo tundiya li dijî jinan raweste. Tişta pêngavê balkêş dike jî rengê Porteqalî ye ji ber pêşerojeke hîn ronîtir ji tundiya li dijî jinan vala ye nîşanî me dide."
Dirûşma îsal ‘Bê hincet’ e
Rîm El Gîlanî behsa çalakiyên vê pêngavê kir û wiha anî ziman: "Jin rêxistin û Komeleyên Hiqûqî bi taybet ên jinan ji wan jî li Tûnisê xwe amade dikin xwepêşandanan organîze bikin û beşdarî bernameya têkoşînê bibin. Wê vê salê di bin dirûşmeya "Bê Hincet" de were birêxistinkirin. Di deh salên borî de cudahiya wê ew bû ku gelek diyardeyên civakî yên jiyana jinan dixistin xeteriyê de û azadiya wê sînordar dikirin belav bibûn. Gelekî girîng bû ev diyardeyên hene werin nîqaşkirin û banga danîna zagonan hat kirin ji bo tundiya li dijî jinan raweste. Jin li piraniya dewletên ereban azaran ji ber diyardeya tundiyê dikşînin çi ji aliyê malbat dewlet yan jî civakê ve be."
Newekhevî, koçberkirin û neçarkirina jiyana li kampan
Rîm El Gîlanî bi taybet behsa tundiya hikûmetê ya li ser jinên li Tirkiyê kir bi taybet tundiya li dijî çalakvan û mafansên jin. Rîm El Gîlanî diyar kir ku rewş gihîşt asta girtinan û bal kişand ser rewşa zehmet a jinên di herêmên bi nakok û şer de dijîn mîna Filistîn, Sûriyê û Yemen ku hemû jî li hember diyardeya tundiyê rûbirû ne. Rîm El Gîlanî destnîşan kir ku nebûna wekheviyê, koçberkirin û neçarkirina wan li ser jiyana di kampan de şêweyên tundiyê ne ku jin pê re rû bi rû tên.
Her cûre ferzkirin şêweyên tundiyê ne
Rîm El Gîlanî behsa rewşa jinan li Iraqê jî kir bi taybet keçên di temenekî biçûk de tên zewicandin ku li Lîbya û Îranê jî heman rewş heye. Rîm El Gîlanî wiha got: “Li Îran destpêkê laçik li ser jina û keçan hat ferzkirin û ji azadiya veguhestinê hatin bêparkirin. Mafên jinan tê binpêkirin û tên girtin mîna parêzer û çalakvana hiqûqî Misrîn Stoda ya xelata Tşîz a parêzvanên mafên mirovan a salane wergirtiye. Hikûmeta Îranê 38 sal cezayê girtîgehê lê birî her wiha bi tewanbariya sîxurtiyê û zirardayîna ewlehiya neteweyî her wiha îhanetkirina şêwirmenê bilind yê şoreşa Îranê 148 celdkirin lê hat birîn. Nisrîn Stode bi parastina jinên laçika xwe danîne û dihat naskirin.”
Qetilkirina jinan li Tûnisê zêde bû
Derbarê rewşa jinan li Tûnisê Rîm El Gîlanî got: "Rewşa jinên Tûnisê zehmet e bi taybet piştî belavbûna qetilkirina jinan a ku nêz bûye bibe diyardeyeke rojane di demekê de ku hikûmeta Tûnisê bêdeng e û zagon nayên pêkanîn. Li parêzgeha Qêrewan jinek li ser destê hevjînê xwe hat qetilkirin lê belê niha hevjînê wê azad dijî ji ber hukmê li dijî wî derket sivik bû. Ji ber diyardeyên nû derketine girîng e di pêngava 16 rojên têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan bal were kişandin ser kiryarên qetilkirina jinan koçberkirina wan û girtina wan. Her wiha weke mijarên girîng di pêngavê de werin dîtin. Divê mijar werin lêkolînkirin bi armanca garantiya aktîvkirina zagonan û dîtina guhertinên proseya berdana sûcdar hêsan dike."
‘Li dijî tundiyê divê mafê jinan bên parastin’
Rîm El Gîlanî diyar kir ku ew weke hiqûqnas û seroka komeleya jinan gelek azarên tundiyê dîtine bi taybet tundiya manewî ya ku zagon hesab jê naxwaze ji ber belge tune ne û wiha dewam kir: "Zêdetir ji komeleyên jinan ên hiqîqî tê xwestin kar ji bo danîna zagonên nû bike ji bo mafên jinên tundî li wan bûye misoger bibin. Ev mijar hemû divê di çarçoveya çalakiyên pêngavê de werin nîqaşkirin ji bo jin werin hişyarkirin û metirsiyên van binpêkirinan nas bikin ji bo karibin parastia mafên xwe bikin û bidest bixin."
Di dawiya axaftina xwe de Rîm El Gîlanî got: "Îro roj em weke jinên hişyar erka me ye em jinan pêş bixin ji bo mafên xwe bidest bixin û hikûmetan neçar bikin zagonan deynin ji bo parastina mafên jinên tundî li wan dibe were kirin."