Li dijî tecrîdê Yekitiya Parêzeran daxuyanî dan

Yekîtiya Parêzeran li Herêma Cizîrê ji bo bi dawîkirina tecrîda girankî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan.

Qamişlo- Ev 24 sal e li girtîgeha Îmralî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda girankirî tê meşandin û ji 25’ê Adara 2021’an ve jê agahî nayên girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên ‘dîsîplînê’ an tên astengkirin an jî bê bersiv tên hiştin. Der barê tecrîda ku li Îmralî tê meşandin li seranserî Kurdistan û derve çalakî tên li darxistin. Ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe, Yekîtiya Parêzeran li Herêma Cizîrê bi pêşengtiya Buroya Jinê ya Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem’ê û Rêxistina Kongra Star re daxuyanî dan. Daxuyanî li ber avahiya  Dadgeha Gel a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hate dayîn. Daxuyanî  ji aliyê Hevseroka Yekîtiya Parêzeran li Herêma Cizîrê Nisrîn Osman ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Ev tecrîda girakirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewamiya konploya Navetewi ye . Dewleta Tirk ji bo şikandina vîna gelên ku li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi azadî û mafên demokratîk xwe rêxistin kirine, ev zêdeyî 28 mehane  tecrîd gelek giran kiriye  û hemû hedîtin tên astengkirin. Ev kiryara ku ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wan ve tên kirin sûcên navnetewî û dij mirovane. Bi taybetî Komîteya Navneteweyî ya Dijî Îşkenceyê (CPT) ku heta roja îro encamên vê hevdîtinê eşkere nekirin. Bi awayek zelal nîşan dide ku dewletên Navnetewî hevkarên dewleta Tirk e.  Bi pêşengiya jina azad a ku li peravên çemê Firatê teror têk bir. Li vir ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têdikoşe, ji bo ragihandina rastiyên hiqûqî der barê doza Rêber Abdullah Ocalan de yek ji dîmenên vê têkoşînê jî kombûna Daîreya Parêzerên Jin a herêma El-Cezîre ye.  Em weke parêzerên jin ên Yekîtiya Parêzeran li Herêma Cizîrê, ji ber ku em bi awayekî xurt xwedî li doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbikevin, em bang li raya giştî ya navneteweyî ya fermî dikin ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de berpirsyariyên xwe bi cih bîne da ku demek ji ya din zûtir azadiya  fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan  pêk were.”

Daxuyanî bi dirûşmeya ‘Bê serok jiyan nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.