Li dijî tecrîdê Nobeta Azadiyê di roja 10’an de dom dike
Çalakiya Nobeta Azadiyê ya li wargeha penaberan a Mexmurê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkirî bû, di roja 10’an de dom dike.

Mexmur – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev 24 sal in li girtîgeha Îmralê di bin tecrîdek girankirî de tê girtin. Tevî hemû serlêdanan ji bo hevdîtinê tên kirin jî, ji 25’ê Adara 2021’an ve tu agahî jê nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên “dîsîplînê” an tên astengkirin an jî bê bersiv tên hiştin. Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo dawî anîna tecrîda mutlaq ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya Nobeta Azadiyê hat dest pê kirin. Nobeta Azadiyê ya bi dirûşma ‘Duh derbas bû, sibê dereng e, hema niha em ê tecrîtê bişkînin’ li Sazîya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja xwe ya 10’em de berdewam dike.
Çalakiya Nobeta Azadiyê dê her roj bi dewir girtina komeki berdewam bike. Çalakî îro ji aliyê koma 10’em ve li Saziya Malbatên Şehîdan hate dewirgirtin. Beriya merasîma dewirgirtinê destpê bike ji bo giyana pekrewanên azadiyê rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê, li ser navê koma 10’an Elî Ozgun axivî û got: “Ev 22 meh e li ser Rêbertiya me tecrîdek heye, ew tecrîda li ser Rêbertiya me, di şexsê Rêbertî de li ser tevayî gelê Kurde. Em bi tu awayî vê tecrîda li ser xwe û Rêbertiya xwe qebûl nakin. Li beramberî vê tecrîdê li Avrûpa û herçar perçeyên Kurdistanê emê bi çalakiyên xwe bersîv bidin. Me li wargeha Mexmûr ji bo Rêbertî dest bi çalakiya nobetê kiriye, banga me ji bo hemû gelê Kurd û kesên xwedî şeref divê vê yekê qebûl nekin û li beramberî vê tecrîdê beretekên xwe nîşan bidin.”
Piştî axaftinê dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hat berzkirin.
‘Armanca çalakiya me bi fîzîkî azadkirina Rêbertiye’
Endama meclîsa Îştar Cihan Kaplan ku di koma 10’em de bejdarî çalakiya nobeta Azadiyê bû wiha got: “Em vê çalakiya xwe li hemû gelê Kurd pîroz dikin ji ber çalakiyek ya berxwedanê ye, em bejna xwe li ber tevayî Şehîdên Kurdistanê û hemû gerîlayên Azadiyê ku niha di çeperan de li beramberî çekên Kinyayî li ber xwe didin di tewînin. Ev 20 mehe Rêbertiya me dibin tecrîdek girankirî deye, gelê Kurd û gelê cîhanê jî dizane tecrîda ku le Rêbertî tê meşandin li ser tevayî gelê Kurde. Armanca çalakiya me bi fîzîkî azadkirina Rêbertiye. C.P.T weke her carê cardin dûrûtiya xwe nîşan da û di destpêkê de got me hevditin kiriye û piştî şeşe mehan emê rapora wê parve bikin, lê belê derket holê ku tu hevdîtin nekiriye. Em vê yekê li beramebrî hemû cîhanê şermezar dikin, ji C.P.T li erka ya xwe li beramberî Rêbertî û hemû girtiyên siyasî bi cih nayne. Ez cardin bang li hemû gelê herçar parçeyê Kurdistanê û Avrûpa dikim û divê gelê Kurd di vê pêvajoyê de li beramberî tectîda li ser Rêbertî û gelê Kurd xwedî derbikevin û helwesta xwe nîşan bidin.”
‘Kêr gihaye hestî’
Gulê Ozek ku di koma 10’an de cihê xwe girtî di destpêkê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “ Bila hemû kes destê xwe dane li ser wijdana xwe, li beramberî vê tecrîdê û neheqiyê rabin ser xwe. Kêr gihaye hestî, em weke gelê Kurd em dixwazin Rêbertiya xwe bi awayek fîzîkî di nava xwe de bibînin. Em weke dayikên warega Mexmûr em bi zaro, ciwan, pîr û kalan ve bi Rêbertiya xweve girêdayîne û li pey doza xwe, gerîla û Şehîdên xwen e. Heta ku em Rêbertiya xw ebi awayek fîzîkî azad nekin em dest ji çalakiyên xwe bernadin.”
Piştî dewir girtine dahurandinên Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan hat guhdarkirin. Hêjayî bi bîrxistinê ye wê çalakiya Nobeta Azadiyê dê her roj bi çalakî, guhdarkirina dahurandinên Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan, semînêr û temaşekirina sinevziyonan dom bike.