Li dijî tecrîdê li Şengalê meşeke girseyî hat lidarxistin

Li Şengalê bi armanca şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê meş hat lidarxistin.

Şengal-Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê ji gundê Xelef heta gundê Barê yê Xanesorê meşek bi beşdarbûna hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser hat lidarxistin. Beşdarên meşê ji pêkhateyên Êzidî û Ereb bûn.

Girseya gel a di saet 09.00’an de li ser riya gundê Xelef ê girêdayî Xanesorê kom bû, pankarta ku bi zimanê Kurdî û Erebî li ser “Azadiya Serok Apo, azadiya Şengalê ye” hatibû nivîsandin rakirin, heya gundê Barê meşiyan. Di meşê de bi sedan poster û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin. Di meşê de dirûşmên, “Bê serok jiyan nabe”, “Bi can bi xwîn, em bi te re ne ey Serok” hatin hildan. Meşa girseyî piştî ku gihîşt gundê Barê, veguherî mitîngê û têkildarî armanca meşê daxuyaniyek ji bo çapemeniyê hat dayîn.

‘Me azadiya xwe di felsefeya Serokê xwe de dît’

Ji kesên ku beşdarî meşê bibûn Bêrîtan Çiya endama Jinên Ciwan ji me re axivî û wiha got: “Em vê meşê bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar dixin. Ji ber ku tecrîda li ser serokê me li ser me ye jî. Em ê weke jinên ciwan têkoşîna xwe heta şikandina tecrîdê berdewam bikin. Ji ber ku em azadiya xwe bi fikrên serokê xwe de dibînin em zilma li ser qebûl nakin.”

‘Me hêza xwe ji serok Apo girt em ê jî bi hêz bin’

Emşê Korkorkî ya endamaTevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) axivî û wiha got: “Ev demek dirêj e ku agahî ji serokê me tune ye. Em jî wekî dayik û civaka Şengalê rabûne ser xwe û tecrîdê şermezar dikin. Em dibêjin bê serok jiyan nabe. Em ê li hemberî dijmin rabin û li dijî dijminan şer bikin. Çawa em îro weke jinên Êzidî dikarin rabin ser piyan û li hemberî dijminê xwe bersivê bidin û çalakiyan bikin, bi saya fikir û felsefeya Serok Apo ye. Ji bo wê jî lazim e em piştgiriya serokê xwe bikin. Weke jinên Êzidî çi bikeve ser milên me em ê bikin”

‘Sîstema me fikir û felsefeya serok APO ye’

Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de diyar kir ku nûnerên hemû pêkhateyên Şengalê îro beşdarê meşa ji bo azadiya Rêber Apo bûne û wiha got: “Ev sîstema ku li vir hatiye avakirin, di encama ked û hewldaneke mezin a Rêber Apo de çêbûye û hemû pêkhate di nav de cihê xwe digrin. Armanca esasî ya Rêber Ocalan azadiya gelan, jiyana bi hev re û azadiya jinan e. Daxwaza me jî heman tişt e. Pêwîst e em jî fikrên Rêbertî di qada civakî, leşkeri û siyasî de ji xwere esas bigirin û li her derê belav bikin.”

Divê hemû jin li dijî rabin’

Piştî daxuyaniyê, li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî Şemê Remo jî axivî û vê peyamê da: “Ji ber şagirtên Rêber Apo pêşî li şerê DAIŞ’ê girtin û civaka Êzidî ji qirkirinê xilaskirin, tecrîda li ser girantir kirin. Emê weke jinên Êzidî ji bo azadiya Rêbertiya xwe timî di nava têkoşînê de bin. Em weke xelkê Şengalê û bi taybet jî jin komploya li ser Rêbertiyê şermezar dikin û ya li Îmraliyê diqewime bi ti awayî qebûl nakin. Ji bo azadiya Rêbertiyê û şikandina tecrîdê bang li hemû jinan dikin rabin ser piyan.”

‘Bi saya fikrên Rêbert Apo Jinên Êzidî xwe birêxistin kirin’

Şemê Remo di berdewama axaftina xwe de îşaret bi destkeftiyên jinên Êzidî jî kir û got: “Me weke jinên Êzidî xwe li ser fikrên Rêber Apo rêxistin kiriye. Bi saya fikrên Rêbert Apo di nava civaka me de pêşketinên mezin çêdibin. Di dîrokê de gelek ferman hatine ser gelê me, lê hemû ferman hatine ji bîr kirin. Lê bi saya Rêbertî ev ferman li her derê cîhanê hatiye bihîstin. heya agahî ji Rêber Ocalan neyê girtin, em ê di nava têkoşînê de bin û em bang li CPT’yê dikin ku erk û berpirsyariyên xwe bicîh bîne.”

‘Daxwaza gelê Ereb azadiya Rêber Ocalan e’

Ji rêveberiyên meclisên gel ên pêkhateya Ereb a Şengalê Xideyîr Saleh axivî û diyar kir, ew ji bo bi hev re bijîn, sîstema netewa demokratîk li Şengalê esas digrin û got: “Ji ber sîstema netewa demokratîk em dikaribûn piştî êrîşên 2014’an vegerin ser warê xwe û bi hev re daxwaza mafên xwe bikin. Ji ber vê yekê em weke gelê Ereb daxwaza azadiya Rêber Ocalan dikin û tecrîda li Îmraliyê şermezar dikin.”

Piştî peyamên pêkhate û rêxistinên Şengalê, meş bi dirûşmên ji bo azadiya Rêber Ocalan bi dawî bû.