Li dijî tecrîdê kampanya îmzeyan didome

Kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê Înisiyatîfa Gel ve di 22’yê Çileyê de hatibû destpêkirin, berdewam dike.

Qamişlo – Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê afirînerê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye, tecrîda girankirî ya li girêva Îmralî tê meşandin didome. Di 22’yê Çileya 2023’an de Înisiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Însiyatîfa Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî tecrîda girankirî, pêngava komkirina îmzeyan da destpêkirin. Kampanya li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome.

 ‘102 komîn li Qamişlo îmzeyan kom dikin’

Rêvebera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dilşah Şawîş axivî û got: “Gel bi tevahî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo qebûl nake û bi awayekî lezgîn agahiyên zelal li ser rewşê wî dixwazin bizanibin, di heman demê de em dixwazin ku dewlet bihêle parêzer pê re hevdîtinekê çêbike. Ji vê bingehê de Insiyastîfa Gel dest bi kampanyaya komkirina îmzeyan kir. Bêguman ev kampanya ji tax û komînan dest pê dike û her ku diçe berfireh dibe. 102 komîn li bajarê Qamişlo ketine tevgerê de ji bo komkirina îmzeyan. 24 sal in ku bi neheqiyekê Serok Apo di zindanê de ye, gelê azadîxwaz azadiya serokê xwe dixwaze.”

‘Gel bi coş vê kampanyayê pêşwazî dike’

Dilşah Şawîş da zanîn ku gel bi coşeke mezin vê kampanyayê pêşwazî dike û wiha pê de çû: “Komînên me mal bi mal digerin û îmzeyan kom dikin, gel vê kampanyayê bi coş û kêfxweşiyeke mezin pêşwazî dike. Serok Apo ji bo azadiya hemû pêkhateyan kedeke mezin daye, lewma gel jî wiha nêzî vê çalakiyê dibe. Îmzeyên ku werin komkirin dê ji Saziya Mafê Mirovan û Neteweyên Yekbûyî (NY) re bên radestkirin. Gelek çalakî berî niha jî hatin lidarxistin, lê mixabin tu bertek ango helwest nîşan nedane, em hêvî dikin ku ev kampanya encameke baş bi xwe re bîne û em Rêber Apo di nav xwe de azad bibînin.”

‘Azadiya hemû pêkhateyan misoger kir’

Rêvebera Ciwanên Saziya Malbatên Şehîdan, Menal Fexrî ji pêkhateya Ereb e, bi fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandor bûye ku wî wekî pêşeng ji xwe re dibîne, ew jî di nava komîteya komkirina îmzeyan de cih digire, behsa keda wî ya ji bo azadiya hemû jinan dike û dibêje: “Kampanyaya me heftiyek derbas kir, encamên baş ên berbiçav tên dîtin, hemû dezgeh û sazîyê ku azadiya Rêber Apo dixwazin, ketine tevgerê. Serok Apo me fêrî gelek tiştan kir, raste dibe ku me ew li ser rûyê erdê nedîtibe, belê pirtûk û perspektîfên wî bandoreke mezin li me kir. Rêber Apo bi taybet ji bo azadiya jinên ji hemû pêkhateyan, têkoşînek mezin daye meşandin. Serok Apo, rêberê tevahî mirovahiyê ye û ev yek ji bo min wekî jinek Ereb gelek bi wate ye. Fikra wî ya azad li cîhanê belav bû, em azadiya wî ya fîzîkî dixwazin.”