‘Li dijî tecrîdê em ê felsefeya Rêber Ocalan belav bikin’

Endama Koordînasyona Kongra Star Magda Hassoun bal kişand ser kampanyaya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û diyar kir ku jin wê li dijî tecrîdê felsefeya Abdullah Ocalan belavî hemû jinên cîhanê bikin.

NORŞÎN ABDÎ

Kobanê- Kampanyaya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd di 10’ê Cotmehê de ji aliyê siyasetmedar, akademîsyen û nivîskarên li cîhanê navdar ve li 74 navendên cuda yên cîhanê dest pê kir, berdewam dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Kobanê bi beşdariya zêde ya jinan kampanya berdewam dike.

‘Êrîşên li dijî gelê Kurd berdewamiya komployê ne’

Endama Koordînasyona Kongra Star ya Kantona Kobanê der barê berdewamiya kampanyaya li dijî tecrîdê û polîtakayên tecrîdê yên dewleta Tirk de ji ajansa me re nirxand û got: “Li ser navê hemû jinên Kobanê em tecrîdê şermezar dikin. Tecrîda li girtîgeha Îmraliyê li ser Rêber Ocalan tê pêkanîn her roja ku diçe dijwartir dibe. Li her çar parçeyên Kurdistanê êrişên li dijî Kurdan û binpêkirinên mafan weke berdewamiya komployê zêde dibin.”

‘Girêdana gel bi Abdullah Ocalan re bi hêz bûye’

Magda Hassoun diyar kir ku bi armanca astengiya belavbûna fikir û felsefeya Abdullah Ocalan tecrîd tê girankirin û berovajî wê girêdana gel a bi Abdullah Ocalan re bi hêz dike û got: “Em vê jî bi çalakiyên ku tên lidarxistin bi eşkereyî dibînin. Bi taybetî jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê, sazî û rêxistin girîngî didin fikrên Rêber Ocalan. Rêber Ocalan jinan ji zext û koletiyê rizgar kir. Ji ber wê jî girêdanek bi hêz a jinan bi Rêber Ocalan re heye.”  

‘Ji ber ku Rêber Ocalan li Kobanê maye ji bo gel xwedî girîngiyek mezin e’

Magda Hassoun bal kişand ku tercîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan berdewam dike, di hiqûqa navneteweyî de binpêkirinek eşkere ye û wiha got: “Astengkirina hevdîtinên bi Rêber Ocalan re bi malbat û parêzeran re, cezayê displînê yê tê dayîn, bi eşkereyî binpêkirina mafên mirovan e. Li hemberî Rêber Ocalan cezayê ji derveyî hiqûqa navneteweyî û peymanan pêk tînin.” Magda Hassoun destnîşan kir ku Abdullah Ocalan dema ku hatiye Sûriyeyê bajarê yekem lê maye Kobanê ye û got: “Ji bo gelê vê herêmê girîngiyek mezin e. li Kobanê mirov li dora fikrên Rêber Ocalan kom bûne, xwe bi rêxistin kirine û bi hêz bûne, rêveberiyên xwe ava kirine. Jinên Kobanê, ji bo Rêber Ocalan bi awayek fizîkî azad bibe, gelek çalakiyan li dar dixin.”

‘Em ê azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan teqez bikin’

Magda Hassoun destnîşan kir ku kampanya li 74 welatên cîhanê ji aliyê gelên ku ji fikir û felsefeya Rêber Ocalan bawer dikin tê berdewamkirin û ev tişt anî ziman:

“Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan, li çar aliyên cîhanê, kampanyayek gerdûnî hat destpêkirin. Bandora wê bi eşkere hat dîtin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo kampanyaya komkirina îmzeyan hat destpêkirin. Em ê bi van xebatan bi komplogeran bidin îsbatkirin ku wê têkiliya me û girêdana me jê neqetînin. Kampanyaya komkirina îmzeyan di destpêka meha Sibatê de dest pê kir û heta hejmara pêwîst neyê komkirin wê ev kampanya berdewam bike. Di qonaxa dawî de îmze wê bigihîjin aliyên pêwendîdar. Weke kampanyayên din, jin jî kampanyaya îmzeyan  didomînin. Em weke jinên Rojava bi aktîf beşdarî vê pêvajoyê dibin. Bi van xebatan komploya li dijî Rêber Ocalan wê vala were derxistin, em ê azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan teqez bikin. Ji ber vê em jin, fikir û felsefeya Rêber Ocalan belavî hemû jinên cîhanê bikin. Em ê bi beşdariyek zêde ya kampanyayê azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan bi dest bixin. Ji ber fikir û felsefeya Rêber Ocalan tekane kilîta çareseriya qeyranên li Rojhilata Navîn û cîhanê ye.”