Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja xwe ya 578’emîn de bi dewirgirtina koma 114’emîn didome.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250216-16-02-2025-mxm-nuce-calakiya-nobete-3-jpg21d463-image.jpg)
Mexmûr – Çalakiya Nobetê a ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 578'emîn de bi dewirgirtina koma 114’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 113’emîn Bahadîn Şemzînî axivî.
Bahadîn Şemzînî, komploya navdewletî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî meşandin şermezar kir û got: “Komplo di şexsê Rêbertî de li ser tevayî gelê Kurd û gelên azadîxwaz hat pêkanîn. Lê dijmin jî herkes jî dizane komplo bi berxwedana Rêbertî hat vala derxistin. Yên ku binketîn dewletên hegemon û dewleta Tirk a dagirker bû. Yê bi serketî jî fikrên Rêbertî û berxwedana gelê Kurd bû.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 114’emîn û bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ dawî bû.