Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi dewirgirtina koma 93’emîn û biryardariyek xurt didome.

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 93'emîn û biryardariyek xurt didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 92’emîn Abdullah Mijînî axivî.

‘Tecrîd û înkara li ser gelê Kurd bi her şêweyî didome’

Abdullah Mijînî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha got: “Tecrîd û înkara li ser gelê Kurd bi her şêweyî didome. Îro hêviyên ji bo azadî û çareseriyê di asta têkoşîna me de gihaye wê rewşê ku êdî li herderê dibe mijara gotinê. Em wek gelê Kurd bi salane têkoşîna vê yekê didin. Di têkoşîna me ya 50 salan de hertim digotin gelê Kurd xilas dibe, lê têkoşîn û berxwedana me gerdûnî buye. Bi taybet têkoşîna ku dibin pêşengtiya Rêber Apo de tê meşandin îro li tevayî cîhanê belav buye.  Em jî wek gelê Kurd heta dawiyê şopdarê vê têkoşînê ne û em ê berxwedana xwe ya ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî bidomînin û bigihînin lûtkeyê.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 93’an û dirûşmeyan dawî bû.