Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi dewirgirtina koma 89’emîn û bi biryardariyek xurt didome.

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 89'emîn didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 88’emîn Hisên Guzereşî  axivî.

Hisên Guzereşî di destpêka axaftina xwe de bal kişande ser armanca komloya navneteweyî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdulla Ocelan û got: “26 salin Rêbertî bi komployekî navneteweyî re rû bi rû ye, di şexsê Rêber Apo de êrîşeke qirkirinê li ser tevahî gelê azadîxwaz tê meşandin. Rêber Apo bûye ronahiyek ji tevahî gelê cîhanê re. Çareseriya tevahî pirsgirêkên gelê bindest li Îmraliyê ye, ji ber vê yekê hêzên serdest nahêlin dengek ji Îmralî derkeve.”

Merasim bi dewrgirtina koma 89’an û bi dirûşmeyan bi dawî bû.