Li dijî tecrîdê çalakiya Nobetê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) a bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin bi dewirgirtina koma 52’emîn didome.

Mexmûr - Çalakvanên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi biryardariyek xurt ev 8 meh zêdetirin di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 52’emîn û biryardariyek xurt didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 51’emîn Rojbîn Otun daxuyanî da.

‘Dewleta Tirk a dagirker zagonên xwe binpê dike’

Rojbîn Otun diyar kir ku sê sal zêdetirin dewleta Tirk rê nade ku hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê pêkanîn û got: “Ev demek dirêje gelê Kurd li hemberî vê nêzîkatiya dewleta Tirk di çalakiyan de ne. Di çarçoveya kampanyaya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de li hemu deverên cîhanê çalakiyên cûr bi cûr tên li darxistin. Dewleta Tirk van ji nedîtî ve tê û hemu riyên çareseriyê digire. Dewleta Tirk a dagirker zagonên xwe jî nasnake û binpê dike. Dewletên hegemon jî çavên xwe ji vê helwesta dewleta Tirk re digirin.

Lê em wek gelê Kurd û xwendekarên Rêber Apo hêzên hegemon û dewleta Tirk hişyar dikin, dev ji van kiryar û nêzîkatiyên xwe berdin. Di demek zû de destûra hevdîtina malbat û parêzerên Rêber Apo bidin û deriyê riya çareseriyê vekin. Da ku pêşiya şer were girtin û çareserî were welatê me. Herwiha em dibêjin heta ku em Rêbertiya xwe fîzîkî azad nekin em dev ji çalakiyên xwe bernadin û wê sekin ji mere nebe. Bi vê boneyê em dibêjin, “yan emê Rêbertiya xwe ji zîndanê derbixîn yan jî emê jiyanê li xwe û dijminê xwe biherimînin.”

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.