Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê didome

Çalakvanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bê rawestan û bi biryardariyek xurt zêdetirî 7 mehane di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê meha Tîrmehê de çalakiya nobetê hatibû destpê kirin. Çalakî bi dewirgirtina koma 44’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 43’emîn Emîne Kara axivî.

‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’

Emîne Kara diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin li dijî pîvanên mirovahiyê ne û wiha got: “Di ser komploya navnetewî re 25 sal derbaz bûn. Bi komploya navnetewî re xwestin aştiya civakê û pêkvejiyana gelan ji holê rakin. Ev zîhniyet niha jî berdewam dike. Komploya navnetewî îro jî li Îmraliyê destpêkiriye û hemu civaka Kurd û Rojhilata Navîn xistiye bin bandora xwe. Hemu pîvanên mirovî, wijdanî, exlaqî û hiqûqî tên binpêkirin û tecrîd tê kûrkirin, ev sûcek dijî mirovahiyê ye. Rêber Apo bi aqil û feraseta xwe qomploya heyî serûbin kir û hesabê hêzên komploger pûç kir. Bi hemu hêza xwe hewlda aştiya nav gel û civakan de pêşbêxe.”

‘Bi bêdengiya li hemberî tecrîdê hiqûqa navnetewî tê binpê kirin’

Emîne Kara destnîşan kir ku hemu sazî û rêxistinên xwe wek parêzvanên mafên mirovan didin nîşa kirin li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêdengin û got: “Hêzên komploger bi tecrîda girankirî plan û projeyên xwe yên qirêj di şexsê Rêber Apo de li ser civaka Kurd berdewam dike. Di heman demê de hiqûqa xwe ya navnetewî jî binpê dikin û ji berpirsyartiyên xwe direvin. Bêmafiya li hemberî Rêber Apo ji nedîtî ve tên, bi taybet komîteyên îşkenceyê yên weke CPT û mafên mirovan. Erk û berpirsyartiyên xwe pêknaynin û dinava dirûteyek pir mezin de ne. Bi vê boneyê em bang li hemu civakên demokratîk, welatparêz û aştîxwaz dikîn ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo herkes xwedî helwestek erênî be.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê mîsogerkirin wek ciwanên wargehê ewê dev ji têkoşîn û çalakiyên xwe bernedin.

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.