Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi dewirgirtina koma 29’emîn didome.

Mexmûr - Li Saziya Malbatên Şehîdan ya wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê meha Tîrmehê de çalakiya nobetê hatibû destpê kirin. Çalakiya nobetê bi dewrgirtina koma 29’emîn didome.

Beriya merasîma dewrgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê li ser navê koma 28’emîn Qîmet Kilinç axivî.

‘Çareseriya hemu pirsgirêkan Rêbertî ye’

Qîmet Kilinç diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tevayî mirovahiyê tecrîd bike û got: “Bi salane li ser Rêberê me tecrîdek girankirî tê ferzkirin û ev sê salin bi tu şêweyî em agahî jê nagirin. Buyera ku di dema dawî de qewimî gumanên me hîn zêdetir kir. Dewleta Tirk a dagirker dizane fikr û ramanên Rêbertî çareseriya hemu pirsgirêkane û ji ber ku çareseriya pirsgirêkan ne di berjewendiyê dewletan de ye tecrîda li ser Rêber Apo giran dikin.”

‘Heya ku em Rêbertî fîzîkî azad nekin emê dev ji têkoşîna xwe bernedin’

Qîmet Kilinç bang li tevayî jinên cîhanê kir û got: “Rêber Apo ne tenê çareseriya pirsgirêka gelê Kurd e. Hemu jinên cîhanê yên ku dinava zor û zehmetiyan de para xwe ji fikr û ramanên Rêber Apo digirin. Ji bo wê divê em hemu li derdora Rêbertî kom bibin û heya ku em Rêbertî fîzîkî azad nekin em dev ji têkoşîna xwe bernedin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 29’emîn û dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.