Li dijî tecrîdê çalakiya Nobetê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkirî bû, bi dewr girtina koma duyemîn didome.

Mexmûr- Li Saziya Malbatên Şehîdan ya wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê mehê de bi daxuyaniya çapemeniyê çalakiya Nobetê ya dorveger hat destpê kirin. Çalakiya Nobetê ya hatî destpê kirin, bi dewr girtina koma duyemîn didome.

Çalakiya Nobetê dê her 5 roj bi dewr girtina komekî berdewam bike. Çalakî ji aliyê koma duyemîn ve hat dewr girtin. Beriya merasîma dewr girtinê ji bo tevahî şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê, Hevberdevka Komîteya Saziya Malbatên Şehîdan ya wargeha Mexmûrê Sultan Yildiztan li ser armanca pêkanîna çalakiyê axivî.

‘Her ku diçe tecrîdê girantir dikin’

Sultan Yildiztan diyar kir ku ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şikandin divê tevayî gelê Kurd bikevin nava çalakiyan de û wiha got: “Ev qasî 25 salin Rêberê me li girtîgeha Îmralî tê girtin û ceza li ser ceza tê birîn. Ji ber wê çendê jî êdî tehemula me ne maye. Wek gelê Kurd em dibêjin herkesî bila dengê xwe bilind bikin, li Rêbertiya xwe xwedî derbikevin ji bo ku em vê tecrîdê bişkînin. Çiqas gelê Kurd dengê xwe bilind bike, dewleta faşîst ewqas tecrîdê giran dike û cezayê disiplînê li Rêbertî dibirin. Ji ber wê jî her Kurdekî ku dilê wê ji bo azadiyê, ji bo Rêbertî, Şehîd û şervanên wê lê dide divê rabe ser lingan. Divê em hemu di nava çalakiyan de bin, em bi awayê herî xurt xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin. Ji her çar aliyên welat bigre heta dervey welat, Ewrupa û hemu cîhanê divê em xwedî li Rêbertî derbikevin, ji bo em tecrîd û stûna zilmê ya Erdoganê faşîst bişkînin.”

Merasîma dewr kirinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.