Li dijî siyasetmedaran îşkenceya lêgerîna tazî li meclisê ye

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya îşkenceya ‘lêgerîna tazî’ ya li dijî hevseroka bajarê Îzmirê ya HDP’ê Berna Çelîk û cîgira hevseroka giştî ya DBP’ê Zekiya Îlbasan bir meclisê û pirsa ku ‘wê kengê lêgerîna tazî bi dawî bibe’ kir.

Navenda Nûçeyan- Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya der barê îşkenceya lêgerîna tazî û prosedura darizandina edlî de pêşniyazname pêşkêşî serokê meclisê kir. Adalet Kaya di pêşniyarnameya ku xwest serokê edaletê Yilmaz Tunc bersiv bide bal kişand ser kar û barên di binçavkirinê de zêdebûna pêkanîna îşkence û nêzîkatiyên xirab.

‘Li hemberî Berna Çelîk û Zekiye Îlbasan îşkenceya lêgerîna tazî’

Adalet Kaya da zanîn ku di 6’ê Cotmehê de hevseroka bajarê Îzmîrê ya HDP’ê Berna Çelîk piştî ku hat girtin li girtîgeha ku birinê ji aliyê gardiyanan ve rastî îşkenceya lêgerîna tazî hatiye û di pêşniyaznameyê de ev tişt hat gotin:

“Li Amedê di dema protestoyên komploya 9’ê Cotmehê de cîgirê hevseroka giştî ya DBP’ê Zekiye Îlbasan hat binçavkirin, li dozgeriyê bêyî ku îfadeya wê bigrin, sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kirin, di pêvajoyê de parêzer nehatin agahdarkirin, darazandina edlî hate binpêkirin. Zekiye Îlbasan weke Berna Şelîk lêgerîna tazî lê hat ferzkirin. Zekiye Îlbasana ku qebûl nekir biçe kogûşa Edlî, li hucreya yek kesî tê girtin.”

Adalet Kaya ji serok Yilmaz Tunc xwest bersiva van pirsan bide:

“*Wê îşkenceya lêgerîna tazî ku weke lêgerîna hurgulî guhertin dixwazin cilikek zagonî lê bikin kengê bi dawî bibe?

*Wê lêpirsin der barê erkdarên edlî de ku mafên darizandina edli ya hemwelatiyan binpê dike were destpêkirin?

*Li girtîgehê li dijî îşkence û nêzikatiyên xirab wê kontrolek çawa were kirin?

*Der barê îşkence û nêzîkatiyên xirab ên girtîgehê ji bo dema 5 salan di destê we de daneyên îstatîstîk heye?

*Wê li dijî personelên girtîgehê yên ku îşkence û nêzikatiyên xirab pêk tînin kîjan mueyede werin pêkanîn?