Li diji rojnamevana Pakistinê Syeda Maimanat Mohsin hewla suikastê

Rojnamevan Syeda Maimanat Mohsin ku bi salane li Pakistanê rojnamevantiyê dike, dema ku ji Pencapê di vegeriya li beramberî wê êrîşek ya suikastê hat kirin. Bi xwe hem bi nasnameya rojnemevantî û hem jî biya aktivistê tê nasîn, hat zanîn ku ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî rojnemevan û aktîvistan pêşnumeyek ya yasayê radestî Meclîsa Eyaleta Pencap kiriye, di derbarê mijarê de CFWIJ daxuyanî dan û dan diyarkirin divê êrîşkar werin binçavkirin û xwestin ku parastina rojnamevan Muhsin were zêde kirin.

 
Navenda Nuçeyan - Şeva borî dema rojnevana kedkar Syeda Maimanat Mohsin ku di nava gel de weke Jugnu Mohsin tê nasîn ji Okara vedigeriya Pencapê rastî êrîşa suikastê hat. Êrîşkaran bi guleyan êrîşî Erebya Syeda Maimanat Mohsin kirin pîştî wê dema ku erebe mecbûr ma ku raweste bi dar û keviran êrîşî dora erebeyê kirin. Di buyerê de bi tesadufî Syeda Maimanat Mohsin bi saxî ku tu birÎn ne girtî rizgar bû. Hat zanîn ku vê rojnamevanê di roja 4’ê Hezîranê de li dijî rojnemevan û aktîvistan pêşnumeyek ya yasayê radestî Meclîsa Eyaleta Pencap kiriye û bi vê ve girêdayî serdana gelek bajarên Pakistanê kiriye.
Dû kiryar hatin desteserkirin lê hêjmar hîn zêdetire!
Syeda Maimanat Mohsin û hevjînê wê bi salane li Pakistanê xebetên rojnemavantiyê didin meşandin. Ev rojnamevana pispor beriya nihajî rastî gelek êrîşan hatiye, lê belê ji bo parastinê serî li saziyên peywendîdar nedaye. Polîsên Pakistanê dan diyarkirin ku wan dû kiryar kirine bin çavan û dan zanîn ku koma êrîşkaran hîn zêdatire. 
CFWIJ: Divê bersuc werin girtin
Rojanemevan Syeda Maimanat Mohsin bi rêya medyaya civakî ji bo hevpîşeyên xwe yên Pakistanê werin parastin û erbeyên zirxlî werin dayin kampanyayek dan destpê kirin. Koalasyona Rojnamevanên jin (CFWIJ) daxuyaniyek ya şermezarkirina vê êrîşê da. Daxuyaniya ku CFWIJ’ê di malpera fermî ya internetê de parve kirî wihaye: “Em di rewşek dehşetê dene, em bi gumanin ku van êrîşkaran çawa ev pilanane amadekirine. Em daxwaz dikin yên ku alîkariya vê êrîşê kirine werin desteserkirin û parastina Muhsinê hîn zêdetir bibe.” 
Werger: JINHA