‘Li dijî qirkirinê em ê çanda xwe biparêzin’

Endam û rêveberên Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê komkujiya duyemîn a li Parîsê şermezar kirin û gotin ku li hemberî êrîş û qirkirinê ew ê bi riya dengbêjî û hunerê çanda xwe zindî bihêlin.

HESNA MIHEMED

Şehba – Di encama êrişa çekdarî ya di 23'ê Kanûna 2022'an de li paytexta Fransa Parîsê li dijî navenda Çand û Hunerê ya Ahmat Kaya pêk hat de Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî (Emîne Kara), hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî komkujiya duyemîn a li Parîsê pêk da endam û rêveberên Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwestên xwe anîn ziman.

‘Bersiva me ji van êrîşan re mezinkirina xebatên çandî ye’

Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê Guneh Mustafa komkujiya duyemîn a li Parîsê bi bîr anî û wiha got: "Em komkujiya ku li Parîsê qewimiye şermezar dikin. Ev ne komkujiya yekem û ne jî dawî ye. Dijmin her dem dixwaze çanda civaka Kurd tune bike. Hedefgirtina navenda çand û hunerê ya Parîsê jî mînaka vê yekê ye. Bi çandê civak tê nasîn lewre her dem dibe armanca dagirkeran. Hunermendên me tên hedefgirtin û naxwazin çanda Kurd li cîhanê bê belavkirin. Bi êrîşên li ser çandê dixwazin civakê tune bikin. Divê ku em hunermendên jin destên xwe bidin hev û li dijî faşîzmê çand û hebûna xwe li seranserê cîhanê belav bikin. Em ê çanda xwe di nav civakê de zindî bihêlin û fêrî nişfên nû bikin. Em ê şopdarên pakrewanên xwe bin û li hemberî dagirkeriyê hunera xwe mezin bikin."

‘Em ê dengê stranên Kurdî li cîhanê bilind bikin’

Endama Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê Viyan Xelîl jî êrîşa ku li dijî navenda çand û hunerê li Parîsê pêk hat şermezar kir û got: "Em van êrîşên bi vî rengî şermezar dikin. Em ê li hemberî qirkirina çandî xwedî helwest bin û rê nedin ku dijmin xeyalên xwe pêk bîne û çanda me ji holê bide rakirin. Em ê wek hunermendên jinên ciwan ku cih di nava xebatên çandê de digrin li dijî vê qirkirinê xwedî helwest bin. Bi riya stran û hunera xwe em ê her dem çanda xwe zindî bihêlin û dengê stranên Kurdî li cîhanê bilind bikin."