Li dijî qetilkirina jinan jinên li Sirînê meşiyan
Şêniyên bajarokê Sirînê yê Kantona Kobanê bi dirûşma "Kujerên jinan wê bê hesab nemînin", qetilkirina jinan a ji aliyê hişmendiya paşverû û zayanedperest ve bi meşek şermezar kirin.
Kobanê-Her ku diçe hişmendiya mêrê serdest xwe li ser civakê bi taybetî li ser jinan dide ferzkirin û jinan qetil dike. Ev hişmendî ji çanda peşverû ya civakê xwe dide der. Di meha Hezîranê de çar jin ji ber heman hişmendiyê hatin qetilkirin. Di 30'yê Hezîranê de zaroka 13 salî Îda El- Seîdo û piştî wê bi du rojan zaroka bi navê Aya Mihemed bi destên malbatên xwe hatin kuştin. Têkildarî mijarê Kongreya Star a Kantona Kobanê li bajarokê Sirînê meşek li dar xist. Di meşê de jinan alên Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Ez Hevrîn" , "Ez Şehid" , "Ez Hebûn" , "Ez Zehra" , "Ez Seda" , "Ez Hind" , "Ez Eyda, "Ez Aya" û hwd. hatibûn hildan. Meşê ji destpêka bajar ve bi tevlibûna endamên sazî û dezgehên sivîl dest pê kir û li pêşiya Şaradariya Gel rawestiya.
Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo pakrewanên azadiyê, Endama Kongreya Star a bajarokê Sirînê Nehla Hesan û Seroka Desteya Jinan a Herêma Firatê Firyaz Berkel axaftin kirin.
“Em ê tola jinan hilînin”
Nehla Hesan der barê kiryarên qetilkirina jinan de wiha got: "Em van kiryarên hovane li dijî jinan şermezar dikin. Di nava hefteyekê de du zarok hatin qetilkirin. Ev bûyer ne tesaduf in, kiryarên bi vî rengî bi zanebûn tên kirin û her tim jin dibin qurbanî. Ji bo vê divê em jin li dijî vê hişmendiya paşverû têkoşîna xwe bilindtir bikin da ku rê li pêşiya van bûyerên wiha bigrin û tola van jinan hilînin."
“Jinan riya azadiyê hilbijartine”
Firyaz Berkel bal kişand ser hişmendiya paviksalarî û wiha pêde çû: "Ev demek e bênavber jin bi destên mêran tên qetilkirin. Em di meha Tîrmehê de ne û nêzî şoreşa 19'ê Tîrmehê dibin, em vê rojê li we hemûyan pîroz dikin. Destkeftiyên şoreşê yên ku jinan bi dest xistine hene, îro ev hişmendî dixwaze van destkeftiyan têk bibe û dawî li berxwedana jinan bîne. Dijmin ji jinan ditirse. Divê em hemû jin bi yek destî li dijî van bûyerên qetilkirin û tundiyê bisekinin."
“Divê em civakê hişyar bikin”
Dayika bi navê Semra Elî ku beşdarî meşê bûye wiha dibêje: "Ev hişmendî, hişmendiyeke dûrî hemû nirxên exlaqî ye. Qetilkirina jinan ne çareserî ye ji bo van aloziyan, pêwîst e em zêdetir bi mêjiyê xwe bifikirin beriya ku jinek were qetilkirin. Dema ku şaşîtiyek di navbera her du zaynedan de çêdibe jin hesabê wê dide lê mêr hesabê tu tiştî nade. Ji bo qetilkirina van her du zarokan em daxwaza cezayê giran ji bo kujeran dikin."
Meş bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.