Li dijî qedexeya perwerdeyê ya Talîbanê çareseriya onlîne

Li Efganistanê li dijî polîtîkayên Talîbanê yê dijminê jinan, têkoşîn bi rêbazên cuda berdewam dike. Di du dibistanan de, ji bo zarokên keç ên ku mafê perwerdeyê ji pola 6’an ve ji destên wan hat girtin bi rêbazên online perwerde tê dayîn.

BAHARÎN LEHÎB

Kabîl- Talîban ku beriya 3 salan rêveberiya Efganistanê xist destên xwe, karê wan ê yekem ew bû ku polîtîkayên dijiminê jinan bixin meriyetê. Talîban hema bibêje jinan ji hemû qadan dûr xistiye, tenê hinek destûr tê dayîn jin di dibistan û nexweşxaneyan de bixebitin.

Talîban bi van polîtîkayên xwe mafê perwerdeya zarokên keç jî ji dest wan digre. Li welatê ku tenê destûr tê dayîn zarokên keç heta pola 6’an bixwînin, tenê dikarin li du dibistanan ji pola 6’an û şûnde perwerdeya xwe berdewam bikin. Lê belê di van dibistanan de perwerdeya rû bi rû qedexe ye. Zarokên keç dikarin li ser înternetê beşdarî perwerdeyê bibin. Yek ji van dibistanan jî dibistana taybet aa Kardan e. 

Ji bo xwendina zarokên keç perwerdeya ji dûr ve

Yek ji mudurê dibistanê, Şafika Nisar da zanîn ku li ser qedexeya ji pola 6’an a perwerdeya zarokên keç wek dîjîtal bi bernameya ‘Face Cam’  biryar dane perwerdeyê bi onlîne bidin lê belê ji ber pirsgirêka înternetê hinek xwendekar nikarin perwerdeya xwe berdewam bikin û got: “Li Kabîlê gelek xwendekar beşdarî bernameyê dibin.”

Talîbanê dibistan jî xistine bin kontrolê

Şefîka Nisar destîşan kir ku piştî dersê dest pê kir, dibistan ketine bin kontrola Talîbanê û wiha got: “Hinek kesên ku ji aliyê Talîbanê ve tên nasîn li gel mamosteyên me radiwestin. Mamoste dibêjin; ‘belkî her roj bi me re dem derbas bikin wê fikrên wan ên teng bên guherîn’, henekê xwe li vê pêkanîna Talîbanê dikin. Ev ji derveyî cinayetên li dibistanên dînî, zext, tundî û întiharê tiştek din fêr nebûne. Belkî li perwerdeya me temaşe bikin û der barê mirovahiyê de bifikirin.”

Nav û çawaniya karê zanînageha Mora hat guhertin

Zanîngeha Mora di sala 2015’an de bi armanca piştevaniya lîdertiya jinan weke projeya Ajansa Pêşxistinê ya Navneteweyî ya DYE’yê hat vekirin, nav û armanca wê ji aliyê Talîban ve hate guhertin. Zanîngeha ku navê wê weke ‘Bibi Aisha’ hat guhertin, jin bacek zêde radizinîn û tenê dikarin di beşa tendirustiyê de xwe qeyd bibin.”

Ji bo em agahî bigrin me berê xwe da zanîngehê, me rayedarek ku biaxive nedît. Lê belê me komek jinên ku ji aliyê Talîbanê ve bi zorê hîcab xistine serê wan dît. Xwendekaran ev agahî parve kirin: “Ji aliyê wezareta Amberba Maruf û Nahî Az Mankar ve hinek kes ji bo kontrolkirina cilên xwendekar û mamosteyan hatine erkdarkirin. Ev mirovên ku hatin erkdarkirin li beramberî vê mûçe digrin.”

‘Bi caran gef li me xwarin lê belê em dayîna dersan berdewam dikin’

Masoumeh Waf ku profesora zanîngehê ye anî ziman ku piştî rêveberiya Talîbanê kêm maf hatine dayîn hinek zarokên keç di hinek beşên tendirustiyê de mamostehiyê bikin. Zor lê hatine kirin tenê mijarin bingehîn bidin û got: “Li zanîngehê dewreyên perwerdeyê yên ku me didan zarokên keç ên pola 6’an, bi caran endamên Talîbanê hatin zanîngehê gef li me xwarin, destûr nedan em perwerdeyê berdewam bikin lê belê me hemû mamosteyan li ber xwe da. Niha em dikarin di dersdayîna zarokên keç de berdewam bikin.”

‘Li zanîngehê jin piştevaniyê didin hev’Seroka Daîreya Îdarî ya zanîngehê Şahla Fayaz bi bîr xist ku li zanîngehê hemû jin piştevaniya hev dikin û got: “Li cîhanê em yekem welat in ku di dema teknolojî û zanistê de perwerdeya zarokan tê astengkirin û ji zanistê tên dûrxistin. Tevî ku zarokên me perwerdeya xwe berdewam dikin di dîtina mamosteyên baş û profesorên ku ders bidin wan de zehmetî tên kişandin. Piranî xwendekar rojên xwe li zanîngeh û dibistanan bê mamoste derbas dikin.”