‘Li dijî pergala mêrsalariyê em bi hev re têbikoşin’

Ciwanên şoreşger yên Kurdistanê yên komkujiyên jinan şermezar kirin bang li rêxistinên serhildêr û rêxistinên jinan kirin ku li dijî komkujiyan ku li Îran û Rohilatê tên jiyankirin têkoşînek hevbeş bimeşînin.

Navenda Nûçeyan – Li Îran û Rojhilat li beramberî jinan polîtakayên zextê bi dawî nabe û komkujiyên jinan her roja ku diçe zêde dibe.

Ciwanên şoreşger yên Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî komkujî û tundîtûjiyên li beramberî jinan yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tê jiyîn protesto kirin. Di daxuyaniyê de li dijî polîtakayên tundîtûjiyê banga çalakiya nobetê ya li tax, bajar û kolanan hat kirin.

‘Ji xeynî serkeftinê tu bijardeyek din nîn e’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tenê di heftiya bûrî de sê jinên bi navê  Nigin Rustemi, Rizvan Nadimi û Zehra Landi ji ber polîtakayên hikumeta Îranê hatine qetilkirin û wiha hate gotin:

“Em qetilkirina jinan şermezar dikin. Li dijî sîstema mêrsalariyê em têkoşînê bikin. Yek ji sedemên herî bingehîn yên zêdebûna sûc û tundîtûjiya beramberî jinan polîtîkayên komara Îslamê ya Îranê ye. Li dijî rêbazên rêveberiyê yên dijminane yên li dijî jinan, çand û zihniyeta mêrsalar mezinkirin, avakirin û pêşxistina rêxistinên jinan şert e. Her wiha divê rêxistinên jinan û rêxistinên şoreşê ji bo pêşî li komkujiyên jinan bê girtin bi hev re têbikoşin. Divê em girêdana xwe ya şoreşgerî bi hêz bikin, li beramberî hemû polîtakayên dijminane bi hev re bûyîna xwedî seknek hevpar giring e.

‘Sîstema kapîtalist ya Îslamî li qûrbanan digere’

 Nigin Rustemi ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve gelek caran rastî gefan hatiye, bi rojan di nexweşxaneyê de têkoşîna jiyanê da. Rizvan Nadimi ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve, Zehra Landi ji aliyê birayê xwe û hevjînê xwe ve hate qetilkirin. Li ser ev komkujî û serhildanên gel yên Îranê 5 meh zêdetir derbas bû. Ev komkujî ji polîtakayê komkujiyan yên ku ev  43 sal e dom dike em cûda nagrin dest. Kapîtalîzma Îslamî ji bo xwe li qûrbanan digere û ev jî dibe jin. Jinên Îranê ku hicaba xwe ya bi zorê şewitandin, ne tenê li dijî zagonên Îranê, di heman demê de li dijî hemû hêzên paşverû şewitandina hîcaba xwe îlan kirin. Em bi hev re bi xweliyên hîcabên ku me bi hev re şewitandiye û zagonên paşverû yên li ser jinan tê ferzkirin têkoşînê derbixin holê.

Banga têkoşîna hevbeş

Divê em sekna şoreşger derbixin û jin û mêr dest bidin destê hev, divê em li dijî ew zihnyeta ku me paş de dikêşe têkoşînek hevpar bihûnin. Di serî de jin, bajar bi bajar û tax bi tax sûcê ku li dijî jinan tê kirin ji bo ewlehiya jinan û jiyana xwe em dikarin bi hev re wek dû sê koman li taxên ku em lê jiyan dikin nobetê bigrin. Ji derveyî serkeftinê tu rêyek din ya me nîn e, divê em destpêkê jiyan û azadiya xwe bi dest bixin û serkeftinê em bi destê xwe ava bikin.”