Li dijî pêkanîna ÇEDES’ê ciwanan hezar îmze berhev kirin

Flatforma dê Ciwan Hilweşînin, li dijî tayînkirina peywirdarên olî yên li dibistanan di bin navê ‘şêwirmendên manewî’ de, dest bi kampanyaya îmzeyan kiribûn, hezar îmze berhev kirin.

Navenda Nûçeyan – Platforma dê Ciwan Hilweşînin ku li dijî tayînkirina peywirdarên (ÇEDES) li dibistanên Îzmîr û Eskîşehîrê, dest bi kampanyaya îmzeyan kiribûn, piştî du hefteyan bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî kirin.

Ciwanên ku di ketina Bazara Karşiyakayê de daxuyanî dan çapemeniyê, diyar kirin ku di du hefteyan de hezar îmze berhev kirine.

Di daxuyaniyê de li ser navê platformê Denîz Anur axivî, bal kişand ku AKP’ê di tevahiya desthilatdariya xwe de pergala perwerdeyê li gorî bîrdoziya xwe bi teşe kiriye û got ku bi portokolên Serokatiya Karên Diyanetê, zarok teslîmî cemaetan hatine kirin. Denîz Anur axaftina xwe wiha domand: "Peywirdarên olî û meleyên ku dê di bin navê ‘şêwirmendiya manewî’ de li dibistanan werin tayînkirin, tevî ku Egîtîm Senê têkildarî mijarê pirsan ji walîtiyê kiriye jî der barê peywira wan de tiştek nehatiye diyarkirin. AKP’a ku mufredata perwerdeyê bê qîmet kiriye, kesên ku pereyê wan tunebe xwendinê ji bo wan kiriye xeyalek; bi vê tabloyê re hewl dide bi encam bike.”

Dê îmze ji walîtiyê re werin şandin

Denîz Anur diyar kir ku îsrara ji bo xistina meriyetê ya projeyê, nîşaneya texrîbatên ku desthilatdariya AKP’ê di nava civakê de çêkiriye ye û wiha got: “Bi referansa cemaet û terîqetan pergala perwerdeyê bi destên dewletê vediguhere pergala olperestiyê. Em qebûl nakin ku perwerdeya zanîst-laîk a di mufredatê de were tasfiyekirin.”

Denîz Anur diyar kir ku wan kampanyaya îmzeyê bi dawî kirine û got ku dê îmzeyan ji walîtiya Îzmirî re bişînin.