Li dijî parlementera Awistralyayê êrişa zayendî

Endama Parlementoya Eyaleta Queensland a Awistralyayê Brittany Lauga ragihand ku ew bi êrişa zayendî re rû bi rû hatiye.

Navenda Nûçeyan – Endama Parlementoya Eyaleta Queensland a Awistralyayê Brittany Lauga ragihand ku derman dane wê û ew bi êrişa zayendî re rû bi rû hatiye. Alîkara Wezareta Tendirûstî ya Eyaletê Brittany Lauga anî ziman ku bi şev dema derketiye derve li Yeppoonê bi êrişê re rû bi rû hatiye û got, “Ev yek dikaribû bi serê her kesî de were. Trajîk e, tê serê gelek ji me.”

Li gor nûçeya BBC, Brittany Lauga ya ku li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal daxuyanî da û wiha got: “Testên ku li nexweşxaneyê hatin kirin piştrast kirin ku di laşê min dermanên ku ez nagrim hene.” Brittany Lauga anî ziman ku ev made di astekê girîng de bandorê lê kirine. Brittany Lauga got ew ferq kiriye ku hin jinên ku heman şevê derman dane wan xwestine pê re bikevin nav pêwendiyê û got: “Ev ne baş e. Bê ku derman bidin me an jî em bi êrişê re rû bi rû bên divê em li bajaroka xwe bikaribin tama civakbûnê derxin.”

Hat xwestin ku kesên heman tiştê jiyane xwe bigihînin polîs

Servîsa Polîsan a Queensland jî piştrast kir ku  girêdayî bûyera ku hefteyek berê li Yeppoonê rû daye giliyên ku li ser Êrişa zayendî hatine kirin lêdikolin. Rayedarên polîsan anîn ziman ku divê kesên heman bûyerê jiyane û kesên derbarê mijarê de xwedî agahî ne bi wan re bikevin nav pêwendiyê û dan zanîn ku sûcên mîna derman xistina nav tiştên vexwarinê, êrişa zayendî cidî digirin û li ser bûyeran lêdikolin.  

Brittany Lauga, yekem car di sala 2015’an de li Keppelê weke parlementer hatibû hilbijartin û nêzî 10 sal in li Parlementoya Eyaletê ya Queensland ye. Wezîrê Îskanê yê Eyaleta Queensland Meaghan Scanlon ê derbarê mijarê de daxuyanî da anî ziman ku îdia ‘tirsnak in mirovan matmayî dihêlin’.