Li dijî Komkujiya Parîsê helwest: Divê hêzên li pişt êrîşê bên eşkerekirin

Jinên Kurd yên siyasetmedar ên Başurê Kurdistanê li dijî komkoujiya Parîsê helwesta xwe nîşan dan û diyarkirin ku divê hikumeta Fransayê plana li pişt vê komkujiyê derbixe holê.

 Silêmanî – Jinên siyasetmedar yên ji Başurê Kurdistanê, komkujiya li Parîs a paytexta Fransa ku duh hatî pêkanîn li ser hesabên xwe yên fermî yên medyaya dîjîtal şermezar kirin û di parvekirinên xwe de destnîşan kirin ku di sala 2013’an de şoreşgerên Kurd û siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez bi awayek bi pilan hatin hedefgirtin û komkujiya dûyem ya ku duh li Parîs pêk hat bi heman armancê hatiye pêkanîn.

Tara Hesên: Divê hikumeta Firansa hêzên li pişt vê êrîşê aşkere bikin

Hevseroka giştî ya Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê Tara Hesên li ser malpera xwe ya fermî ya medyaya dîjîtal komkujiya duh ya li Parîsê pêk hat şermezar kir û di nivîsê de wiha got: “Derbarê vê êrîşa terorîstane de ku bi awayek bi plan hatiye pêkanîn gelek belge û nîşane hene, ji bo vê yekê ji rastiya wê dûrbixin weke ji aliyê nijadperestek yê Fransî ve hatiye pêkanîn dixwazin nîşan bidin. Hikumeta Fransa divê hêzên li pişt vê komkujiyê derbixe holê û aşkere bike.”

Perwa Elî: Ev êrîşek bi plan e

Siyasetvan Perwa Elî li gel wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez wêneyên her sê kesên ku di komkujiya duh ya Parîsê de hatin qetilkirin parve kir, diyar kir ku ew êrîşa ku dûh li Navenda Çanda Kurd ya Ahmed Kaya hatî pêkanîn êrîşek bi plan e û wiha got: “Yek ji navendên herî girîng Parîs ji bo salvegera 10’em ya qetilkirina Sakîne Cansiz û hevalên wê amadekarî dihat kirin, ev êrîş hat pêkanîn. Li serde 10 sal derbaz bû, lê bikuj dernexistin.”

Rojnamevan Zeyneb Beyazidî: Kîna me ya li dijî faşîzmê zêdetir dibe

Rojnamevan Zeyneb Bayezîdî di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de ev nivîs parve kir: “Niha bi aramî binivin, dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi saya têkoşîna we ewqas belav bû. Sedemê vê êrîşa hovane, têkoşîn we ya bilind e. Bila ruhê we şad be, ez dizanim yên ku nikarin li ser navê we bêjin em mirov in ji destê wan hun gelek westiyan. Çiqas ew me bişkênin, bila bişkênin, em ê ji wê weke parçeyên camê yên dijwar li dil dayina faşizmê berdewam bikin. wiha qetikirina we hers û kîna me ya li dijî faşîzmê zêdetir dibe.”