Li dijî kiryarên dewleta Tirk li Minbicê greva giştî

Xelkê Minbicê li dijî kiryarên dewleta Tirk ên talan, dizî, kuştin û revandinan, dest bi greva giştî kirin.

Navenda Nûçeyan - Bi dagirkirina Kantona Minbicê ya ji hêla dewleta Tirk û komên wê yên çete re, li bajêr kiryarên talankirin, dizî, kuştinê û revandina jinan zêde bûne. Di 14’ê Kanûnê de şêniyên bajêr ji bo protestokirina sûcên komên çete yên dewleta tirk (El Emşat û El Hemzatê) û revandina endama Heyva Sor a Kurd Melek Qasim û birayê wê, dest bi greva giştî kir.

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk bi ser mala endama Heyva Sor a Kurd Melek Qasim de girt û ew û birayê wê girtin, piştî ku birayê wê berdan hate gotin ku Melek birine Efrînê da ku li wir bidarizînin.

Her wiha komên paramîlîter Xwaringeha Şahbender jî talan kirin, dema xwediyê xwaringehê Elî Cemal El Şêxanî hewl da li ber xwe bide, hate qetilkirin. Di heman demê de komên paramîlîter karwanê ku bo derxistina sivîlan roja şemiyê 14’ê Kanûnê bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî berê xwe dabû bajêr jî asteng kirin.