‘Li dijî her cure tundiyê divê jin di hemû qadan de têbikoşin’
Nivîskar, rojnamevan û desteya nivîsên beşa ragihandinê ya Yekitiya Jinan Gulîzar Ferec bal kişand tundî û êrişên li ser jinan ku bi destê mêr-dewletê ve tê kirin û got: “divê jin di hemû qadan de têbikoşin.”
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Nivîskar, rojnamevan û desteya nivîsên beşa ragihandinê ya Yekitiya Jinan Gulîzar Ferec bi boneya 25’ê Mijdarê têkildarî êrişên mêr-dewletê yê li dijî jinan axivî.
Gulîzar Ferec bal kişand ser sînordarkirina jinan di jiyana civakî de û got ku ev yek jî beşek ji tundiya li ser jinan e. Gulîzar Ferec di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku karesatên şer sedemek din yên hedefgirtina jinan e û wiha berdewam kir: “Civaka Başûrê Kurdistanê çarçoveyek zehmet ji bo jinan diyarkiriye û jin nikarin daxwaza mafê xwe yê rewa bikin. Ji ber şerê li Rojhilata Navîn, fikir û hişê hemwelatiyan sînordar kiriye. Dema em daxwaza mafê xwe bikin weke ku em sûcekê dikin. Gelek jinên bi wêrek û têkoşer hertim li dijî aqlê mêrsalarî di nava têkoşînê de ne û ev jin ji bo tevahî jinên din dibin îlham. Ji ber vê divê em jin li Başûrê Kurdistanê bi komkirina agahî û xwendinê, ji bo pêşî li tundî û rêgiriya ku li dijî jinan tê kirin xwe zana bikin.”
‘Divê jin di her qadê de têbikoşin’
Gulîzar Ferec destnîşan kir ku li dijî vê bê hiqûqiya li beramberî jinan tê kirin, divê jin têbikoşin û wiha got: “Di hemû deman de li dijî bê mafiyên tên kirin jin serî hildidin û şoreşê dikin. Jin ji bo guherîn û başkirina rewşa jinan divê şoreşek ya fikrî bidin meşandin. Mînak şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ heye. Ew şoreş cîhenek nû bû ji bo jinan. Lê belê paşverûtî rê nade daxwazên mafê jinan. Em nivîskar em ê bi pênûsa xwe piştgiriya tevahî jinên azadîxwaz ên li Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê bikin. Em jin li Başûrê Kurdistanê bi pênûsa xwe piştevaniya tevahî jinan û azadîxwazên navçe û bajarên din dikin. Em jin hertim bi zanakirina xwe û nivîsên xwe azadiyê bi dest bixin.”