‘Li dijî gotinên mezinan ên jinan biçûk dikin bêdeng nebin’

Endama Komeleya pira di navbera jinên Mexrîb de Radhia Al-Iraqi, diyarkir ku divê li beramberî jinan gotinên biçûkxistinên ên ku tundîyê dikin neye bikaranîn û got: “Divê jin li dijî gotinên mezinan ên ku jinê biçûk dike bêdeng nemînin.”

HANAN HARITE

Mexrîb- Li gelek welatan tundîtûjî, cihêkarî û gotinên mezinan ên kînê zêde dikin bi awayek berbelav tên bi karanîn. Endama Komeleya pira di navbera jinên Mexrîbê de Radhia Al-Iraqi, da zanîn ku gotinên mezinan ên ku jinan dikin hedef, tundîtûjiyê rewa dikin û destnîşan kir ku hinek gotinên mezinan ên popîler jinên Mexrîbê biçûk dixin.

‘Asta bê edaletiyê di gotinên mezinan de tê teyisandin’

Radhia Al-Iraqi, yek ji mînakên gotinên mezinan ya ku dibeje ‘Pêre sohbete bike, lê tişta ku gotî neke’ ‘Jin yan jinek başe yan ne’ bi bir xist ku asta bê edaletiyê di gotinên mezinan de tê teyisandin û bal kişand li ser gotinên mezinan ya derbarê hevberdana jinan de mêr mafder dibîne ya ‘ji derveyî hevberdana dû jinan malek xirab nîşa nade’ û got: “Li ser vê gotina mazinan ku  tê famkirin, hevberdan ne mafê jinê ye û ger mêr hevjîna xwe berde wê alîkariyê bi bîre û wê nabe mala bavê wê jî.”

 ‘Gotinên mezinan mêran bi aliyên baş efû dike’

Radhia Al-Iraqi amaje bi wê yekê kir ku hinek gotinên mezinan mafê jinê ji destê wan derxistiye, ser kêmasiyên meran de digrin û aliyên wan ên baş derdixin û wiha got: “Jin ji bo li dijî sîstema mêrsalarî xwe îspat bike têkoşînê dide meşandin, lê belê hîna ji bermahiyên serdest ên meran derneketine. Li beramberî jinan gelek pêşbiniyên civakê hene. Di welidîna zarokan de rola jinê nayê dîtin. Tê îfadekirin ku eve hikmetek ya îlahiye, wisan pêşbîniyên mêran kur dikin û jin bi gotinên mezinan kêm dibînin. Wê çawa têkoşîn li beramberî gotinên mezin ya ku jinan dixwe îmajek xirab de were meşandin? Divê destpêkê xwebatên hişyarkirina jina were meşandin. Bernameya perwerdeya lênêrîna civakê beramberî jinê were guherîn gelek giringe. Divê di navbera herdû zayendan de girtin û dana fikiran hebe. Bi taybet divê ciwanên ku pêşerojê dibînin bibin hedef. Ji ber xwedî wê kêrhatiyê ne ku gotinên nerênî, êrîşkar ên popîler biguherînin.”

‘Divê li beramberî gotinên mezinan bêdeng nemînin’

 Radhia Al-Iraqi, destnîşan kir ku divê beriya hertiştî di civakê de guherînek ya zîhnî çêbibe û da zanîn ku ji bo vê yekê xebat giringe û wiha got: “Li Mexrîbê gotinên mezinan ên Ereb û Amazing ji bo biçûkxistina jinan ji aliyê mêrsalariyê ve hatiye derxistin. Ev gotin divê tu caran bi mizahekê neyê pêşwazîkirin. Kesê ku van curên gotinên mezinan ên ku jinê biçûk dixin dibihîsin, bêdeng nebin û bi cesaret helwesta xwe li dijî van gotinên mezinan nişan bidin.”