Li dijî girtina PADÊ li Şengalê kon hat vedan

Bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê li dijî girtina PADÊ li navenda Şengalê çalakiya konvedanê hate destpê kirin.

Şengal – Encûmena Dadweriya Bilind a Hilbijartinên Iraqê di 6’ê Tebaxa îsal de biryara girtina Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidîyan (PADÊ), Tevgera Azadî û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê da. Li dijî vê biryarê nerazîbûnên gel didome. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê li navenda Şengalê li dijî biryara girtina PADÊ kon vedan. Di seatên sibehê de tevî xelkê Şengalê û saziyên Rêveberiya Xweser bi sedan kesî serdana kon kirin û nerazîbûna xwe li dijî biriyara dadgeha federal a Iraqê anî ziman.

Li ber deriyê kon daxuyanî li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî vê biryarê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê serokê Eşîra Qîrniya û endamê Desteya Eşayîra ya Şengalê Xidir Hecî Mîrza ve hate xwendin.

Daxuyanî bi vî awayî ye;

“Em civaka Êzidî yek ji kevintirîn ol bawarî û çanda demokratîk ya hezarê salan e. Çanda Êzidiyatî çanda demokratîk û wekhev e. Ji ber vê rastiyê ji milê deshilatdaran ve civaka Êzidî rastî 74 fermanan hatiye. Fermana herî dawî ya di 3 meha 8 a 2014’an de bi destê çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk û xiyaneta PDK ê pêk hat, li ber çavê cîhanê di sedsala 21 emîn de tirajidiya herî mezin hat jiyan kirin. Me civaka Êzidî û civaka Şingal piştî fermanê, ji bo em xwe ji fermanan biparêzin, me ji hemû milan ve xwe rêxistin kir, hêza xwe ya parastinê ava kir partiya xwe ya siyasî ava kir. Bêguman ev yek bi ked û bedelên pir giran ji lehengan hat ava kirin.  Em di 10 emîn salvegera fermanê de ne, heya niha kujerên fermanê nehatine dadgeh kirin.

‘Iraq jenosîdê bi fermî nas nekiriye’

Fermana 3 me 8 a 2014’an ji milê 13 welatan ve bi fermî wek jenosîd hatiye naskirin. Lê mixabin ruxmê ku ev jenosîd li ser erdnigariya Iraqê hat jiyan kirin, heya niha hûkmeta Iraqê jenosîd bi fermî nas nekiriye. Bi erk û berpisryartiya xwe li hemberî civaka Êzidî ranebûye. Di 10’emîn salvegera fermanê de, demek ku bendewarî hebû hukmeta Iraq jenosîdê bi fermî nas bike, biryara girtina PADÊ, Tevgera Azadî û eniya tekoşîna demokratîk da. Di serî de em civaka Êzidî û gelê Şingalê biryara girtina partiyên siyasî bi tundî şermezar dikin.

‘PADÊ partiya şehîdan e’

Partiya azadî û demokratîk ya Êzidiyan (PADÊ ) avakarê wê pêşengê civaka Êzidî senbola tifaqê şehîd Mam Zekî û pêşengê civaka Êzidî şehîd Seîd e. Di wateya PADÊ partiya şehîdan e. PADÊ îrada siyasî a civaka Êzidî ye. Girtina PADÊ di salvegera fermanê de tê wateya tune hesbandina îrade û hebûna civaka Êzidî ye. Biryara girtina partiyên siyasî piştî hevpeymana di navbera  dewleta Tirk û hukmeta Iraqê de pêk hat ku ev yek ne tesedûf e. Her wiha tê zanîn piştî wê hevpeymana dewleta Tirk rojane axa Iraqê dagir dike.

‘Kes nikare îrada Şengalê bişkîne’

Em dixwazin bi bîr bixin ku biryara girtina partiyên siyasî ne li gor berjewendiya Iraqê ye, dikeve xizmeta dewleta Tirk û PDK ê de. Her wiha di destura Iraqê de tê gotin mafê her netewî heye partiyê xwe ava bike. Ev biryara ne bi edalet li dijî destura Iraqê ye û li dijî mafê mirovan e. Li ser vî esasî em carek din biryara girtina PADÊ şermezar dikin û tu carî em vê biryarê qebûl nakin. Wê kes nikaribe îrade û hebûna civaka Êzidî û civaka Şengalê tune bike. Tekoşîn û berxwedana xwe dewam bikin. Em nahêlin rêxistin û îradiye Şngalê were şikandin û vegere rewşa berî fermanê, bê parastin bimîne ji bo wê jî em weke gelê Şengalê emê tekoşîna xwe ye azadiyê bimeşînin.

Di dawî de em wek civaka Êzidî û civaka Şingal, bang li hûkmeta Iraqê dikin ku erkê xwe yê li hemberî gelê Êzidî pêk bîne û demil dest, dest ji vê biryara xwe ya ne demokratîk berde. Dako ne be rûreşê dîrokê û derbe zagonê bingehîn ya Iraqê ne de.”

‘Iraq nikare pêşiya hebûna me bigire’

Piştî daxwiyaniyê Neam Bedel endama kordînasyona TAJÊ di bin kon de axivî û wiha got: “Girtina PADÊ biryarek qanûnî nîne, biryarekî siyasî ye. Em vê siyaseta qirêj qebûl nakin û li dijî vê em ê bisekinin. Îrada civaka Êzidî kirine hedefa xwe û naxwazin ku em weke civak xwedî rêxistin û siyasetek bin li ser axa Iraqê. Em ê li ber xwe bidin û nahêlin ku partiya me bê girtin. Partiya me ya şehîda ye wan pêşengtiya avakirina vê partiyê kirine. Mafekî me heye ku em serbixwe bijîn li ser vê axê. Em ê siyasî û xwedî statu li ber xwe bidin û Iraq nikare pêşiya vê hebûnê bigre. Em ê karê xwe bikin em xwedî îrade ne nikarin îrada me tune bikin.”

‘Em piştevanên partiya xwe ne’

Endamên Meclisa Jin ya Şengalê Nîsan Xelef û Xalîde Cemal ji ajansa me re axivîn û dan diyar kirin ku ew ê piştevaniya partiya xwe bikin û wiha gotin: “Çalakiya me ya kon wê sê rojan dewam bike. PADÊ partiya Êzidiya ye, dijminê me jê bitirse ji bo wê jî êrîşê wê dikin. Partiya me temsîla me dike ji wê jî êrîşî wê dikin. Em ê piştevaniya partiya xwe bikin ta ku em serkeftinê bidest bixînin. Partiya me ev deh sal in ji bo civaka Êzidî kar û xebat dide meşandin. Ji bo wê jî em tucarî qebûl nakin ku partiya me bê girtin û çi ji me were xwestin em ê bikin.”