Li dijî feshkirina Peymana Stenbolê serî li daniştayê hat dayin
Li dijî biryara fesihkirina Peymana Stenbolê ya ji aliyê serokomarê Tirkiyeyê, Komeleya Zarok û Jinan, serî li daniştayê da.
Navenda Nûçeyan- Komeleya Zarok û Jinan, li dijî biryara serokomar, ji bo betalkirinê serî li daniştayê da.
Di daxuyaniya komeleyê de wiha hat gotin: “Bi biryara ku nîvê şevê ji aliyê serokomar ve girtin re, diyar bû bû Peymana Stenbolê ya bi ked û têkoşîna jinan hatibû qezenckirin hatiye feshkirin lê ji aliyê hiqûqî ve hukmê vê biryarê tune ye. Peymana Stenbolê, bi biryara serokomar nayê fesihkirin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku peymaneke navneteweyî ya ku bi zagonê ketiye meriyetê, bi biryara serokomar nikare were betalkirin û hat ragihandin ku li dijî biryara serokomar, ji bo betalkirina biryarê serî li daniştayê dane.