Li dijî fermanan li qadan bûn: Jinên Êzidî dê careke din rê nedin fermanan

Bi hezaran şêniyên Şengalê ji bo şermezarkirina fermana 74’an a di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser civaka Êzidî pêk hat bi dirûşma “Xweseriya Şengalê pêşîgirtina li fermanan e” meşeke girseyî li dar xistin.

Şengal - Bi wesîleya 9’emîn salvegera fermana li ser civaka Êzidî ya ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat pêkanîn, bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Şengalê bi hezaran kes meşiyan.

Di meşê de Şengaliyan peyama berxwedan û misogerkirina Şengala xweser û azad dan. Meşa gel ji Meclisa Gel a Şengalê bi dirûşmên “Bimre îxanet” “Bijî berxwedana Şengalê” “Şehîd namirin” heya Sûka Kevin a Şengalê berdewam kir. Meşa gel li Sûka Kevin veguherî mitîngê.

Di dawiya meşê de ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ, Saziya Malbatên Şehîdan, oldar, Fermandariya YJŞ û YBŞ’ê û Rêveberiya Xweser a Şengalê ve peyamên pir girîng hatin dayîn.

 ‘Jinên Êzidî dê careke din rê nedin fermanan’

Ciwana bi navê Suat Xelef hestên xwe yên der barê rojê de anî ziman û wiha got: “Ji bo me îro rojeke reş e, di rojeke wiha de dayik û bavên me hatin girtin, weke nû birayên me xwişkên me hatin revandin ji bo wê em tev îro pir xemgîn in. Em weke jinên Êzidî nahêlin careke din ev ferman bi serê civaka me ve ewre em rê nadin îxanetkar û newêrek werin ser axa me êdî dem wê bibe dema xweseriya civaka me.”

‘Em ji bo şehîdên xwe dimeşin’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Feho Silêman jî bi du hevokan meşa ku li dar xistine wiha bi lêv kir: “Em tevahî şehîdên fermanê bi bîr tînin. Îro salvegera fermanê ye em ji bo şehîdên xwe dimeşin, em li dijî îxaneta PDK’ê dimeşin em ê tu carê rê nedin îxanetkar werin ser vê axê.”

‘Hêzên Iraqê beriya pêşmergeyan reviyan’

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Niam Bedel jî axivî û di destpêka gotinên xwe de tevahî şehîdên fermanê bi bîr anî, soza pêkanîna xeyalên wan da û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Di vê rojê de ferman li serê me rabû ji aliyê hikumeta Iraqê û pêşmergeyên PDK’ê ve  îxanet li me hat kirin. Hikumeta Iraqê di 10’ê  meha 6’an de tevahî sînor berdan. Berî ferman çêbibe hukumet ji derdorê vekiriya û em ji parastinê bê par kirin. Bila Iraq nebêje PDK reviya civaka Êzidî bi tenê ma, Iraq berî pêşmergeyan reviya. Ji ber heya niha tiştek ji gel re nehatiye kirin hê jî bi sedan kes di destên çeteyên DAIŞ’ê de ne tenê şervanên Rêber Apo tenê Hêzên QSD û YPG YPJ’ê dikarin zarokên me rizgar bikin.”

Berdevka Saziya Malbatên Şehîdan Dayê Pakiz Celal jî wiha got: “Em weke sazî tevahî şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Ev roj ji bo me tevan giran e lê em weke civak careke din rê nadin îxanetê em şervanên ku me rizgar kirine tu carî ji bîr nakin.”