Li dijî êrişên qirkirinê jin di berxwedanê de bi biryar in

Dewleta Tirk ji şeva 23’ê Cotmehê ve li dijî seranserî Heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên qirkirinê pêk anî. Jinên ku di her qadê de ji bo parastina destkeftiyên xwe têdikoşin anîn ziman ku ew di berxwedanê de bi biryar in.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo - Dewleta Tirk a carek din êrişên xwe yên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriye giran kir. Ji şeva 23’yê mehê ve Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî êrişên dijwar ên balefirên şer, dron û çekên giran yên dewleta Tirk tê. Êrişa dijwar ji bajarokê Til Rifet a Kantona Şehbayê bi komkujiyê dest pê kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)’ê eşkere kir ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 42 cihên xizmetguzariyê kirine hedef û di encamê de 2 jê zarok 12 welatî hatin qetilkirin û 25 welatî jî birîndar bûne.

Li Til Rifet û Dêrikê komkujî

Dewleta Tirk li Til Rifet a Kantona Şehba û bajarê Dêrikê ya Kantona Cizîrê dewleta Tirk komkujî pêkanî. Di êrişan de malên welatiyan li bajarokê Til Rifet û gundewarên bajarê Til Temirê û kantona Minbicê hat bombarankirin. Di van komkujiyan de Cemîla Xelîl Weqas 32 salî û zaroka wê Melek Şiyar a 5 salî, Îbrahîm Mihemed Şêxo ê 55 salî û Mihemed Weqfî yê 47 salî salî hatin qetilkirin.

Di komkujiya stasyona Siwêdiyê de ya bajarê Dêrikê de jî 7 kesên di stasyonê de kar dikirin hatin qetilkirin. Navê kesên ku di êrişên qirkirinê de hatine qetilkirin wiha ye:  Mîzir El-Hesen, Îsam El-sibêh, Atallah El-Xidir, Başar El-Iwêd, Mehmûd El-Hisên, Fadil El-Xedan û Ilyas Îsa.

Di êrişa li ser Kobanê de endamê Hêzên Asayîşê Henûş Bekê hat qetilkirin û zaroka bi navê Nadiya Mistefa ya 3 salî birîndar bû.

Êrişên ku di şeva 23’ê Cotmehê de destpêkir duh şev jî heyanî siharê berdewam kir.

Navendên tenduristiyê û binesaziyê hatin bombebarankirin

Her wiha navendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn, navenda elektrîkê li bajarê Kobanî, xalên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin bombebarankirin. Di encama êrişê de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn. Li aliyekî din bombebaran li ser binesaziya Kantona Cizîrê ji bîrên petrolê, elektrîk û gazê yên li Rimêlan, Tirbespiyê, Amûdê û Dêrikê dijwar bûn. Di heman demê de li Qamişlo navendên Asayîşê, xizmetguzariyê, aşê genim û navenda tenduristiyê hatin hedefgirtin û di encam de welatiyek birîndar bû û zirarên maddî çêbûn.

‘Divê êrişên li ser herêmê werin rawestandin’

Terfe Hesen ji bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, berteka xwe ya li dijî êrişan wiha anî ziman: “Em ji bo derzîlêdana zarokan hatin, lê ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser navendê, navend girtî ye û ji xizmetê derketiye. Me şevek dijwar derbas kir.” Terfa Hesen di dawiya axaftina xwe de daxwaza pêkanîna aramiyê kir û daxwaza rawestandina êrişan kir.

Rûken Hisên jî ji bajarê Qamişlo êrişên dewleta Tirk şermezar kir û da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze herêmê hilweşîne û wiha helwesta xwe nîşan da: “Ji şeva borî ve binesazî û navendên xizmetê têne bombebarankirin. Gelek zirar çêbûne, heta niha bi dehan şehîd û birîndar hene piraniya wan jin û zarok in. Hêzên garantor wek Rûsya û Amerîka qaşo bi navê parastinê li vir in lê mixabin bêdeng in. Em bang li saziyên mafên mirovan û neteweyên yekbûyî dikin ku destwerdaneke lezgîn di vê mijarê de bike da ku ev êriş li ser herêma me werin rawestandin.”

‘Sûcên Tirkiyê yên li dijî welatiyan dewam dikin’

Li aliyekî din, parêzer Neda Melkê destnîşan kir ku siyasetên dewleta Tirk bayên guhertin û aştiya bi Kurdan re a ku tîne ziman tenê axaftin e û wiha pê de çû: “Êrîşa ku Tirkiye pêk anî li ser Rojavayê Kurdistanê di hemwextê hevdîtina bi Rêber Apo re pêk hat. Ev lîstokeke din a siyasî ye ji aliyê dewleta Tirk ve. Ji 40 xalan zêdetir armanc girtiye ji duh ve û hîna dewam dike. Bêguman ev êrîş ji aliyê zagonî ve sûcekî mezin e û gereke ji aliyê Neteweyên yekbûyî ve werê darizandin.”

‘Em ê bi rêya zagonan Tirkiye bidin darizandin’

Neda Melkê diyar kir ku ev êrîşên berdewam serweriya herêma wan binpê dike û wiha dewam kir: “tu sedemek ango mafekî yasayî tune ye ku Tirkiye êrîşî welatekî din bike di bin çi hêncetê de be. Zirarên xwe gihand binesaziya herêmê û welatiyên ku li ser axa xwe jiyan dikin. Ev hemû kiryar dikevin bin banê komkujiyên komî.”

Neda Melkê tekez kir ku ew lawaz nabin li pêşiya êrîşên dagirkeriya Tirkiye û wiha bi dawî kir: “Em wek parêzer, di aliyê yasayî de, em ê xebatên xwe dewam bikin, ev hemû binpêkirin û sûc dê wek rapor ji aliyên pêwendîdar re bên şandin. Em ji doza xwe venagerin ji bo darizandina Tirkiye bi awayekî yasayî.”