‘Li dijî êrişên li ser Suweydayê pêwistî bi yekîtiya gelan heye’
Endama Rêveberiya Meclîsa Jin a Sûrî Arîfe Bekir diyar kir ku armanca êrîşên li Suwedayê tunekirina çanda pirrengî ya Sûriyeyê ye û got li hemberî êrîşan pêwîstî bi yêkbûna hemû pêkhateyên Sûrî heye.

PELÎN NÛPELDA
Qamişlo – Bi hatina Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ya cîhadîst a li ser desthilatiya Sûriyeyê re, welat ber bi rewşên xeternaktir ve diçe û rojane komkujî, revandin, destdirêjî û hemû cûre rêbazên dijmirovî pêk tên. Bi taybetî hebûna pêkhateyên li Sûriyeyê di bin xeterê de ye. Herî dawî bi êrîşên li ser Suweydayê nîşan dide ku berdewamiya komkujiyên peravê ne û tunekirina niştecîhên herêmê ye. Armanca êrîşan, tunekirina pêkhateyan e û avakirina hişmendiyeke tundirev û netewperestî û dewleteke Îslamî ye.
Endama Rêveberiya Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê Arîfe Bekir têkildarî êrîşên li ser Durziyan û geşedanên ku li Sûriyeyê pêk tên û rewşa jinan a di pêvajoya heyî de, ji ajansa me re axivî.
‘Gelê Sûriyeyê di bin xeterî û qirkirinan de ye’
Arife Bekîr da zanîn ku komkujiyên ku niha li Suweydayê tên jiyîn, beriya niha bi heman şêwazî li peravê li ser Elewiyan hat meşandin, rojane gelê Sûriyeyê di bin qirkirinan de ye û wiha got: “Beriya wan komkujiyan heman tişt bi serê gele Efrînê, Girê Spî û Serkaniyê de kirin, niha jî weke berdewamiya wan li Sûriyeyê giştî pêk tê û gelê Sûrî di bin xeterî û qirkirinan de ye. Herî dawî niha li Suweydayê êrîşan dikin û yên herî zede dibin armanca êrîşan, jin zarok û kesên temen mezin in. Divê çeteyên ku komkujiyan pêk tînin, werin ceza kirin. Pêwîstiya gelê Sûrî bi yêkbûnê heye bi şer tu tiştek nayê çareserkirin.”
‘Pêwîstî bi yêkbûna gelê Sûrî heye’
Arîfe Bekir destnîşan kir ku divê Kongreyeke awarte ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê temsîl bike û hemû pêkhate bikarin beşdar bibin were lidarxistin û wiha pê de çû: “Pêwîstiya pêkhateyên li Sûriyeyê bi yêkbûnek heye, ji ber ku rojane gef li ser netewan heye û niha jî gef li Kurdan dixwin. Hemû netew divê xwe rêxistin bikin û bikaribin xwe li hember hemû êrîşan biparêzin. Bi taybetî jin divê bizane xwe çawa biparêze û di hemû aliyan de parastina wê hebe. Mînaka dayîka bi navê Fewziye Fexredîn ku çawa parastina gelê xwe kir û şer kir divê bibe mînak ji her jinek Sûrî re. Mirov dikare bêje ji sala 2011’an heta niha Sûrî di nava şer de ye û destwerdanên derve gelek li ser Sûrî heye. Her dewletek ji bo berjewendiyên xwe nêzî Sûrî dibe, ji ber vê em dibêjin pêwîstî bi yêkbûna gelê Sûriyeyê heye û wisa dê bikarin xwe ji qirkirinê xilas bikin. Ew pêvajo pir girîng û dîrokî ye, dive em baş bixwînin û xwe bi rêxistin bikin, gavên pêwîst bavêjin heta ku em bighîjin azadî û aştiyê.”
‘Armanca êrîşan tunekirina pêkhateyan e’
Arîfe Bekir diyar kir ku hatina HTŞ’ê ya ser desthilatê ne bi îradeya gelê Sûrî bû, ne jî destûra ku derxistine ji bo vê ger guhertin û veguhertin çêbe, di zagonên Sûrî de pêwîst e li gor berjiwendiyên pêkhateyên Sûrî be û wiha bidawî kir: “Bi êrîşan tu carî çareserî pêk nayê, divê li hev rûnên û bighîjin encamê û çarenûsa xwe diyar bikin. Armanca êrîşan a sereke ku ji aliyê çeteyên ji welatên cuda, îro li Sûrî pêk tê tunekirina pêkhateyan e. Niha hazirtiyên dewleteke Îslamî dikin ku Sûrî bikin yek reng, tu car Sûrî nikare bibe yek reng ji ber bi dehan pêkhateyên cuda tê de dijîn.”