‘Li dijî êrişên li ser jinan hevgirtina jinan divê’

Sekretera Yekbûna Jinên Filistînê ya Qahîreyê Sara Omer got ku derfet hene hevgirtina jinan niha were avakirin ji ber ku bi saya teknolojiyê her der nêzî hev bûye û bi hebûna torên dîjîtal têkilî hêsan bûne.

ESMA FATIHÎ

Qahîre – Cîhan di nava rewşeke aloziyên ji ber şer û pevçûnan dagirtî ye. Şerên giran ên çêdibin, hêviyên gelek kesan şikandine. Di vir de girîngiya hevgirtina jinan a bêsînor derdikeve holê ji ber ku bi taybetî jin di asta yekem de zirarê ji van nakokiyan dibînin. Aliyekî ku ji fikrên jinan derketiye holê hevgirtina femînîst a bêsînor e, ji ber xwe dispêre piştgirî û hevgirtinê. Ji ber ku jin herî zêde ji kareset û nakokiyan zirarê dibînin, pêwîstiya wan bi hevgirtin, piştgirî û pisporiyê heye di danûstandinan de. Gelek ji wan jinan dipirsin gelo pêkan e hevgirtineke jinan a bêsînor çêbibe. Seroka Encumena Sekreteriya Saziya Nûn, Muna Îzet bal kişand bandora şeran a li ser jinan û destnîşan kir ku li dijî vê yekê hevgirtina jinan gelek girîng e.

Muna Îzet got: "Tevgera jinan li ser hevgirtina bi hemû jinên di her warî de hatiye avakirin. Mijara hevgirtina femînîst li ser ajandayan tê pêşniyarkirin ew jî ji bo dozên ku jin jê gazinan dikin çêdibe. Di vê rewşê de pêwîstiya jinan bi hevgirtin û piştgiriyê heye. Hemû binpêkirinên li dewletên cîran çêdibin mijara hevgirtina jinan, tevî hebûna wan a dîrokî bi xurtî derxist holê. Ji ber gelek sedeman hevgirtin, bi rengekî sazîbûn û birêxistinkirî pêk nehat. Li ser asta cîhanî erêkirinek heye ji ber ku jin nirxên tevgera neteweyî li ser asta cîhanê dizanin û piraniya wan, di van mijaran de xwedî tecrube ne. Mînaka wê jî tevgera femenîst e ku ji destpêka salên 2000’î ve heye. Jin di gelek tor û hevpeymanên taybet de bi dozên xwe beşdar bûne û li ser asta welatên Ereb an jî xwecihî di vê der barê de pisporî heye."

Dozên pêşniyarkirî roleke mezin di hevpeymanê de dilîzin

Muna Îzet wiha berdewam kir: "Rola dozan di tevgera femînîst de heye. Li gorî mijarê hevpeyman an jî torên navdewletî çêdibin. Weke mînak tundiya li dijî jinan jî yek ji wan dozan e her wiha cureyên cudakariyê ku li gelek dewletan çêdibin jî mînak in. Gihîştina jinan di astên biryarên siyasî û aborî de li ser asta cîhanê bi pirsgirêk e. Ji ber ku hinek dewlet hene gavên pêşvetir avêtine. Dozên ku jin li seranserê cîhanê bi wan re rûbirû ne derfetên karên hevbeş û tevlibûna hevpeyman û torên ji bo dozên cuda çêdikir. Gelek tecrubeyên dîrokî hene lê belê ji ber hinek rewşan berdewam nekirin."

Tevî derfetên heyî sedemên belavbûnê hene

Muna Îzet gotinên xwe wiha domand: "Tiştên li Xeza, Sûdan û Yemenê û li cihên din rûdidin, bingeha xwe ji kiryarên tundiyê digrin. Rewşên ku jin di şeran de bi wan re rûbirû man, rûbereke fireh ji bo hevgirtinê di navbera gelan de ava kir. Çi di tevgerên xwendekaran de be çi jî di rêxistinên civaka sivîl de. Binpêkirina zagonên navdewletî û nirxên hiqûqî di nava tevgerên ku piştgiriya dozan li ser asta cîhanî dikin de tevliheviya mejî çêdike. Gelek bûyer hene pêwîstiya wan bi hevgirtineke cuda ji bo piştgiriya gel heye û di heman demê de vegereke saziyên navdewletî heye. Di heman demê de dê gotegotên ku behsa sextekirina pîvanan û lihevkirinên navdewletî bikin derkevin. Ev yek dê bi xwe re tevliheviyê derxe."

Muna Îzet di dirêjahiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Rewşa heyî, gelek mijarên ku divê kar li ser wan bên kirin bi xwe re tîne ku di encamê de rewşeke tevlihev derdikeve. Şer û nakokiyên heyî, hevgirtineke xurt bi xwe re ava kirin lê belê gotinên ku ji aliyê hikûmetê û aliyên rastgir ve tên gotin, rewşê girantir dikin. Di dîrokê de ev e tişta ku mezinbûna tevgerê taloq dike."

Her wiha bal kişand ku kampanyaya "Me To" dikare bibe nimûne ji ber rewşeke cîhanî der barê nezanîn û wekheviyê de çêkir. Her wiha dozeke navendî li hemû cîhanê bi rûberên giştî ji hevgirtinê ava kir lê belê weke pêlekê bû ji ber di rewşa hilkişandin û daketinê de bû.

‘Hevgirtina jinan bandorê li civakan dike’

Muna Îzet got: "Hebûna tevgereke rêxistinkirî, ger ku ajanda û alavên wî yên hevgirtinê û armancên diyarkirî hebin, her kes li ser wan di heman demê de kar bike ji jinan re hêzê dikare dide avakirin. Ji bo tevli tevgerê bibin û daxwaz û pêwîstiyên xwe bînin ziman. Her wiha hevpeyman dikare raya giştî navdewletî der barê dozê de ava bike. daxwaza her kesê jî dê bigihîjîne ji ber dê giranbûna wê hebe."

‘Ji bo hevgirtina jinan rewş guncaw e’

Sekretera Yekbûna Jinên Filistînê ya Qahîreyê Sara Omer jî got: "Derfet hene ku hevgirtineke jinan di dema niha de were avakirirn. Ji ber ku her der nêzî hev bûye ji ber teknolojiyê û hebûna torên medyaya dîjîtal ku mijara têkiliyan gelekî hêsan û bi lez kiriye. Atmosfera niha em tê de dijîn ji bo hevgirtinê ne guncaw e. Ji ber şer, nakokî û pevçûnên çêdibin her kesê bi bandor dike û gelek dewletên cîran bi heman mijarên siyasî aborî û civakî re rûbirû ne."

Sara Omer di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir dema niha ya herî guncaw e ji bo pêkanîna vê hevgirtinê û got: “Ji ber rola jinan xurt dike ji bo mafên xwe bi dest bixin. Her wiha alîkariyê dike piştgiriya derûnî û madî bigihîje wan. Tişta li Sûriye Filistîn û Lubnanê çêdibe û rastiya jinan li wan deveran hevgirtina jinan xurtir dike. Yek ji rêbazên ku dihêle ev hevgirtin xurt bibe belgekirin e ji ber sînoran nas nake."

‘Serpêhatiyên jinan yek bûn’

Sara Omer anî ziman tiştên jin dijîn ango pê re rû bi rû tên li her derê heman e û wiha bidawî kir: "Ez di kongreyeke navdewletî bûm û min dît çawa her jinek beşdar çawa çîroka xwe vedibêje û her kes çawa hevgirtina xwe pê re nîşan dide. Ji ber ku çîrokên hemû jinan dişibiyan hev. Bi wê heyê her çû hejmara kesên ku ketin nava piştgiriyê zêde bû. Mijarên ku di kongreyê de jî hatin nîqaşkirin, hiştin ez girîngiya wan hevdîtinên bêsînor bizanibim. Ew kêlî mîna ku xeleka xelasiyê ya di krîza niha de bin."