Li dijî êrişên dewleta Tirk pêngava ‘Na ji dagirkerî re’

Li dijî êrişên dewleta Tirk nivîskar û kesayetên başûrê Kurdistanê dest bi pêngaveke nû kirin.

Navenda Nûçeyan - Komek ji rewşenbîr, çalakvan, rojnamevan, nivîskar û kesayetên başûrê Kurdistanê li dijî êrişên dagirkerî yên dewleta Tirk yê li ser xaka başûrê Kurdistanê pêngava bi navê ‘Na ji dagirkerî û şandina leşkerên dewleta Tirk re’ ragihand.

Beşdarên pêngavê bi dîmenek kurt helwesta xwe ya li dijî êriş û siyaseta dewleta tirk li Başûrê Kurdistan anîn ziman. Daxwaz ji hemû kesan kirin ku dengê xwe li dijî êrişên leşkerî yên dewleta tirk bilind bikin.