Li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker mitîng
Yekîtiya Êzîdiyên herêma Efrînê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê mitîngek li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Meclîsa gel ya Xanesorê li dar xistin.
Şehba-Yekîtiya Êzîdiyên herêma Efrînê a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Mitîngek li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Mecilîsa gel a navçeya Xanesorê ya Şengalê li dar xistin. Mitîng li qada wargeha berxwedan a navçeya Fafînê ya girêdyî kantona Şehbayê li dar xistin. Di mitîngê de hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê amade bûn. Beşdarvanan wêneyên pekrewanan û alên Yekîtiya Êzîdiyên herêma Efrînê hildabûn. Piştî deqeyeke rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê. Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyên herêma Efrînê Eyşe Sîdo axivî.
Eyşa Sîdo diyar kir ku her çiqas êrîşên dewleta tirke a dagirker zêde bibe wê têkoşîna xwe bilind tir bikin û wiha vegot: "Em bejina xwe li hember Şehîdên ku canê xwe fedayî axa Kurdistanê kirine ditewînin. Dewleta tirk a dagirker 74 ferman li ser gelên Şengalê anî lê nikarîbû koka me tune bikira. Em ê her tim li ber xwe bidin û li ser piya bin. Dijimin dixwaze dîroka Şengalê tune bike lê em wê dijimin tune bibe. Em dewletên ku ji bêdengiya xwe dernakevin bi tundî şermezar dikin. Heya vê kêliyê jinên Şengalê winda ne. Dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê qanûnan derbas dikin û êrîşan berdewan dikin."
"Em piştgiriyê didin gelên Şengalê"
Endama tevgera civaka Demokratîk TEV-Dem Şêrîn Hesen da zanîn ku wê ji bo Şengalê her tim li ser piya û li qadan bin û piştgiriyê didin gelên Şengalê û wiha pê de çû: "Em weke jinên Efrînê em ê her tim li qadan û li ser piyan bin ji bo Şengalê. Duh dewleta tirk a dagirker Meclîsa gel ya Xanesorê a Şengalê hedef girt em bi tundî van êrîşan şermezar dikin. Armanca dewleta tirk a dagirker ku kurd û bi taybet gelên Şengalê tune bike lê tu carî ev xewin û xeyalên wî bi riya êrîşan pêk nayê ji ber wê jî em ê her roj bi çalakiyan rabin û tu derfet nadin dewleta tirk a dagirker ku Şengal dagir bike."
"Daxwaza dewleta tirk ku gelên kurd tune bike"
Rêveberiya komîteya perwerdeya Yekîriya Êzîdiyên herêma Efrînê Meryem Cindo got: "dewleta tirk a dagirker daxwaza wî ew e ku her tim Şengal hedef bigire û êrîş wan deveran bike. Di 7'ê kanonê hevserokê Meclîsa Şengalê bi balafireke bê mirov hedef girt û duh jî êrîşê Meclîsa gel ya Xanasorê li Şend-galê kir. Armanca dewleta tirk gelên kurd û Êzîdiyan qir û tune bike. Ji bo Şengalê em ê her tim li ber xwe bidin û êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî ve şermezar dikin. Bi çalakiyên xwe em ê dengê xwe bigihînin seransarî cîhanê."