Li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakiyên dayikên şervanan

Dayikên şervanên tevgera azadiyê êrîşên dewleta tirk li hemberî axa Başûrê Kurdistanê bi daxuyanî û civînekê şermezar kirin.

 
Kobanê- Di 23'ê Nîsanê de dewleta tirk bi hevkariya PDK'ê êrîşê xaka Başûrê Kurdistanê kir. Li dijî van êrîşan dayikên şervanên tevgera azadiyê çalakî li dar dixin û êrîşan şermezar dikin. Li dijî êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê li Kantona Kobanê çalakiyên wekî meş, daxuyanî û civîn li navçe û navendê tên lidarxistin. Dayikên şervanên tevgera azadiyê bi daxuyanî û civînekê piştgiriya zarokên xwe kirin. Civîn li navçeya Şêranê ya Kantona Kobanê di dibistana Şêranê de hatlidarxistin û bi dehan dayikên şervanên tevgera azadiyê beşdar bûn. Civîn ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Kobanê Raperîn Dêrik ve hat birêvebirin. 
Raperîn wiha behsa şerê ku li ser xaka Başûrê Kurdistanê dibe kir: "Şerê ku îro tê kirin ji komployê ne cuda ye û em nikarin jê cuda bibînin. Ji ber ku dewleta tirk dixwaze bi riya vî şerî Kurdan tune bike. Li dijî van planên qirêj divê em destek bidin zarokên xwe. Îro zarokên me di qada şer de ne, pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Îro ne tenê şer li ser zarokên me tê kirin, di heman demê de li ser Rêber Apo jî tê meşandin, ji ber ku naxwazin dayin û standin di navbera gel û Rêbertiyê de hebe. Armanca dewleta tirk a sereke ew e ku Kurdan qir bike, tê bîra her kesê ku dewleta tirk di roja komkujiya Ermeniyan de êrîş li dijî xaka Başûrê Kurdistanê pêk anî. Di vir de dixwaze komkujiya Ermeniyan li ser Kurdan temam bike." 
Paştî civînê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de bi dehan dayik amade bûn. Dayikan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan hildabûn. Daxuyanî di dibistana Şêranê de hat dayîn. Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Macîde Hesûn ve hat xwendin wiha bû: "Em wek dayikên şervanên tevgera azadiyê li vir di daxuyaniya xwe de êrîşên dijmin şermezar dikin. Em aştiyê dixwazin em şer naxwazin, em dayikên şervanên tevgera azadiyê li pişt zarokên xwe ne. Em li dijî dijminên xwînxwar li kolanan in da ku em Rêberê xwe azad dikin û Kurdistanê rizgar bikin. Wê zarokên me li dijî bêedaletî û zilmê bêdeng nemînin."
"Êrîşên li ser zarokên me li ser bedena me ne" 
Dayika bi navê Medîne Osman a ku beşdarî civîn û daxuyaniyê bûye wiha qala şerê dewleta tirk dike: "Ev demek e dewleta tirk êrîşî zarokên me dike, dewleta tirk bûye wek gurê ku xwîn bi devî wî ketiye, îro zarokên me li dijî wî şer dikin em jî piştgiriya berxwedana wan dikin. Ji ber ku îro dewleta tirk dixwaze kezeba me bişewitîne. Îro şerê ku li ser zarokên me tê kirin li ser bedena me tê kirin, ji bo wê jî em her li dijî desthiladariya dewleta tirk li ber xwe didin."
"Terorîst zarokên me qetil dike"
Her wiha dayika bi navê Emîne Mihemed jî got ku terorê herî mezin Erdogan e û wiha pê de çû: "Dewleta tirk êrîşî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir têrê nekir. Vê carê jî çeteyên xwe şandin çiyayê Kurdistanê, tenê bi vî şerî sînordar nema. Zarokên me jî li dijî dewleta tirk ax û welatên xwe diparêzin, ji bo vê ji me re dibêje terorîst lê me êrîşî tu kesê nekiriye. Terorîst ew e, ew beleya xwe li me dide. Em ê jî li dijî wî bêdeng nemînin û axa xwe biparêzin."