Li dijî êrîşê mamosteyên Zanîngeha Birca Badji çalakî li dar xistin
Di 14'ê Tîrmehê de mamosteyên jin û mêr ên zanîngha Birca Badji Mokhtara a zanistên mirovî û civakî di nava zanîngehê de xwepêşandanek li dar xistin
Cezayîr-Piştî êrîşa fizîkî û devkî, lêdan û heqareta li ser mamosteya zanîngehê Erûba Delîla ji aliyê bavê xwendekarek di zanîngehê de, mamosteyên jin û mêr ên Zanîngeha Zanistên Mirovî û Civakî ya Birca Badji Mokhtar a Cezayîrê xwepêşandan kirin.
Bûyera êrîşa fîzîkî û devkî ku li ser mamosteyek zanîngehê ya bi navê Erûba Delîla ji aliyê bavê xwendekarek ve çêbû. Piştî ku mamoste di dema dersdayînê de ji xwendekar xwest ku di warê parastina ji pandemiyê de baldar be û rêzê jl protokola tenduristiyê re bigre bû sedema êrîşê.
Tê ragihandin ku Cezayîr ketiye pêla sêyemîn. Piştî zêdebûna hejmara kesên nexweşên vîrusa koronayê pêdivî bi tedbîran hat dîtin.
Li gorî ku Wezareta Tenduristiyê ya Cezayîrê ragihand, hejmara nexweşên koronayê gihîştiye 923'an û hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 16 û kesên ku hatine dermankirin û ji vîrusê xelas bûne hejmara wan gihîştiye 584'an.