“Li dijî êrîşan emê heta devera Behdînan bi meşin”

Îro li dijî dagirkeriya xaka Başûrê Kurdistanê meşek ji bajarê Koyê heta bajarê Hewlêrê destpê kir, wê heta devera Behdînan bi dome û li wêderê bibin mertalên zindî. Jinên ku bajdarî meşê bûne dan diyarkirin ku divê helwestek tund li beramberî van êrîşên dewleta Tirk were nîşandan daku van êrîşan bidin sekinandin.

Koyê - Bi pêşengiya Jinên Ciwanên Têkoşer û Ciwanên Welatparêz ên Kurdistan û bi bejdarbûnan jin û çalakvanan meşek dirêj ji bajarê Koyê heta devera Behdînan hat destpêkirin. Bejdarvanên meşê biryar dane dema ku giha devera Behdînan li wê derê bibin mertalên zindî. Jinên ku bejdarî meşa dirêj bûne di derbarê meşê de ji ajansa me re axvîn û ev tişt anîn ziman: “Tenê yekitiya Kurdan wê bikare van êrîşan bide sekinandin.”
“Divê desthilat rê bide mertalên zindî”
Meşvana bi navê Şehîn Armanc da diyarkirin ku wê peyama xwe bigihinîn Hewlêr û wiha got: “Em dixwazin peyama xwe bigihînin hikumeta herêma Kurdistanê û hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ku helwesta xwe ya li dijî vê dagirkeriyê nîşan bidin. Li şuna bêdeng bibin divê hemû aliyên siyasî bîbûna mertalên zindî û zext li yekitiya Evrupa û cîhanê bikiran daku vê dagirkeriyê bi sekininin. Pilana dewleta Tirk ewe ku gelê kurd tune bike û Kurdistanê parçe bike. ”  
“Bi yekitiyê wê dagirkerî were şikandin”
Meşvana bi navê Sara Reza ku ew jî yek ji bejdarvanên meşa dirêje di derbarên êrîşên dewleta Tirk a li ser xaka Başûr de wiha hestên xwe anî ziman: “Dewleta Tirk xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike, desthlatdarên Başûrê Kurdistanê jî li bermaberî vê yekê bê dengin. PKK’ê weke sedemên êrîşên xwe didin diyar kirin, lê belê PDK bi xwe di ragihandinên xwe de jî dibêjin dewleta Tirkiye nêzî 40 kilometre xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û jingeha Kurdistanê xira dike. Dewleta Tirk di sala 2014’an de komkujî li Şingalê pêk anî eve ne pilanek ya dewleta Tirke ya navdewleti ye. Divê gelê Kurd hişyar be li dijî vê dagirkeriyê tenê yekitiya aliyên siyasî û gelê Kurd dikare pêşî li vê dagirkeriyê bigre. Ew berxwedaniya li Zap, Metîna û Avaşîn tê kirin wê bi serbikeve. Em weke jin daxaz ji ciwanan û jinan dikin bejdarî çalakiya me bibin û xwedî helwestekê bin. Dewleta Tirkiye dixwaze xaka Başûrê Kurdistanê û fikrê Kurdan dagir bike. Ji bo wê divê jin li dijî dagirkeriyê xwedî rol bin. Divê partiyên siyasî bibin yek li gel gelê xwe yên azadîxwaz bin. Ev rojane di dîrokê de tê nivisandin. Em hêvîdarin gelê Kurd bi yekitiya xwe li beramberî dagirkeriyê bi serbikevin.”