Li dijî êrişan bang: Divê li her derê em bibin dengê gelê Rojava

Li hemberî êrîşên dewleta Tirk li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriye bertekên sazî û rêxistinên Kurdan zêde dibin.

Navenda Nûçeyan – Sazî û rêxistinên Kurdan derbarê êrîşên dewlet tirk ên di nava dû rojên bûrî de li ser binesazî û çavnakiyên jiyanê ên Bakûr û Rojhilatê Sûriye bertekên tund nîşan dan û diyarkirin ku dema dewleta tirk li çiyayên Kurdistanê darbeyên giran dixwin êrîşî ser Rojavayê Kurdistanê dikin.   

RJAK’ê ji bo Rojava banga piştevaniyê kir

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistan (RJAK) bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk şermezar kir û got: “Dema artêşa Tirk a dagirker li çiyayên Kurdistanê derbên giran dixwe, êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê zêdetir dike.” RJAK’ê bang li hemû hêz û rêxistinên Kurdistanî yên li Kurdistan û dervey Kurdistanê kir ku ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê eniyek yekgirtî avakin û pêşî li hewldanên dagirkeriya dewleta Tirk bigrin.

TJK-E: Divê li her derê em bibin dengê gelê Rojava

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) têkildarê êrîşên dewleta tirk ên li dijî binesazû çavkaniyên jiyanî ên herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Erdogan ê faşîst ê ku piştî her têkçûneke şer, hewl dide îmaja xwe ya lewaz li nava raya giştî berovajî nîşan bike, bi nixumandina windahiyên xwe û bikar anîna mertalên neteweperestiyê re, bê navber polîtîkayên tinekirin-înkarê yên li dijî Kurdan dixe meriyetê û êrîşî qadên sivîl ên li Rojava dike. Weke jin divê em bi berpirsyariya xwe a dîrokî; Bi deşîfrekirina êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a faşîst ku li dijî ol, ziman, jiyana hevpar û avakirina siberojê şer dike, li her derê bibin dengê gelê Rojava.”

MSD: Êrîşên dewleta tirk sûcên şer e

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha hate gotin: “Divê zext li dewleta Tirk bikin, ji bo ku rêzê ji serdestiya Sûriyeyê û cîrantiyê re bigire. Em bang li DYE û Rûsyayê dikin ku di parastin û pêkanîna qanûnên navneteweyî û mirovî de rola xwe bilîzin. Divê di vê pêvajoya hesas de, li hember tima û provokasyonên Tirkiyeyê, bi awayekî cidî tev bigerin. Êrişên dewleta Tirk a dagirker sûcên şer û sûcên dermirovî ne û bang li hêzên sûriyeyî kir ku li hember êrişan helwesteke yekbûyî nîşandin.”

‘Hevpeymana Civakî ji bo gel bû hêvî ji bo metîngeran jî bûye tirs’

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL daxuyaniyek weşand û got: “‘Hevpeymana Civakî’ ya ku li Rojava hate qebûlkirin ji bo gelên herêmê bûye hêvî, ji bo mêtingeran jî bûye tirs. Yek ji sedemên êrîşên faşîzmê jî ev e. Li hemberî êrîşên li ser Rojava divê em li her derê li ser piyan bin. Bi dostên xwe re divê em bi her awayî xwedî li Rojava derkevin. Bi hemû hêza xwe divê em Şoreşa Rojava biparêzin.”

DEM Partî: Ev siyaset mafê jiyanê yên gelan binpê dike

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê li dijî êrîşan daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê her roj û li her deverê polîtîkayên şer zêde dike, ku dibe sedema mirina mirovan û travmayên civakî. Ev siyaseta ku di şer de israr dike, mafê jiyanê yên gelan binpê dike û sûcê şer dike. Di nava du rojên dawî de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din bi balafirên şer hatin hedefgirtin û êrîşî binesaziyên sivîl hate kirin. Divê ev êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê demildest bên sekinandin. Ji bo vê yekê em bang li raya giştî ya demokratîk a neteweyî û navnetweyî û kesên dijberên şer dikin ku bikevin nava tevgerê. Em dikarin bi hev re vî şerî, êş û mirinan bidin sekinandin.”