‘Li dijî êriş û tundiyê xwe birêxistinkirin divê’

Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Mexmûrê Xurbet Îşlek diyar kir ku 25’ê Mijdarê ‘nîşaneya têkoşîna jinan e û destnîşan kir ku hêza jinan dikare hemû êrişên li ser jinan bide rawestandin û divê xwe di hemû aliyan de bi rêxistin bikin.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Meclisa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê ji roja ku hatiye avakirin ve heya roja îro bi rêxistinkirin û perwerdekirina jinên wargehê re eleqedar dibe, di 16’ê mehê de bi dirûşma “Bi qêrîna Jin Jiyan Azadî em tevna jiyanê dihûnin” starta çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan de dabû.

Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Mexmûrê Xurbet Îşlek der barê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan de û starta çalakiyan de ji ajansa me re axivî.

Xurbet Îşlek di destpêka axaftina xwe de hemû cangoriyên jin ên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û wiha got: “Roja 25’ê Mijdarê roja qetilkirina xwişkên Mîrabel bi şêweyê hovane û destdirêjiya li ser bedena wan e. Di tevayî cîhanê de deng veda û her ku diçe têkoşîna jinên cîhanê, jinên Kurd dikeve qonaxeke nû. Dema em li roja îro dinêrin her çiqas sal derbas bûne jî heman zîhniyeta mêrê desthilatdar û hegemon berdewam dike. Ji şerê ku li hemberî gelan û netewan tê meşandin herî zêde jin û zarok para xwe digrin. Ji ber wê çendê bandorek mezin li ser jinan çêdibe.”

‘Hêzên desthilatdar ji hêza jinên bi rêxistinkirî ditirsin’

Xurbet Îşlek diyar kir ku her çendî êrişên li ser jinan dijwartir bin jî hemberî wê hêza têkoşîna jinan mezin dibe û got: “Hêzên desthilatdar ji hêza jinên ku xwe ava kirine, bi rêxistinkirî û yên ku dikarin di her qada jiyanê de li ser lingan bigre ditirse. Em di nûçeyan de jî dibînin di bin navê hezkirinê de her roj jin tên qetilkirin, destdirêjî li wan tê kirin û li kolanan rastî tundiyê tên. Ne tenê jinên Kurd, jinên li her derê cîhanê êşên mezin dikişînin. Li hemberî wê yên ku bikaribin van êrişan li ser xwe bidin rawestandin û şikandin jin in. Divê em jin di hemû aliyan de xwe bi rêxistin bikin da ku bikarbiin van êrişên li ser jinan tên meşandin bidin şikandin.”

‘25’ê mehê wê meşeke girseyî were lidarxistin’

Xurbet Îşlek destnîşan kir ku armanca çalakiyên wan rêxistinkirin û bilindkirina têkoşîna jinan e û wiha got: “Wek wargeha Şehîd Rustem Cûdî jî bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê re rêzeçalakiyên ku di bin banê Meclisa Îştar de tên meşandin hene. Di asta xwandekarên amadeyî yên jin û jinên ciwan de û di giştî wargehê de mirov dikare bi rengê semîner û sînevîzyonan û xebatên dîtbarî, dest bi rêzeçalakiyan bikin. Ji 20 heya 25’ê mehê wê berdewam bikin û 25 mehê jî wê di asta giştî wargehê de meşek girseyî were lidarxistin.”

‘Di nava wan sê rojan de gelek nirxandinên bi nirx hatin kirin’

Xurbet Îşlek di dawiya axaftina xwe de li ser 13’emîn konferansa Meclisa Îştar nirxandin kir û got: “13’emîn konferansa Meclisa Îştar jî bi şîara ‘Bi Jina Azad Re Ber Bi Pêşerojek Azad Ve Bimeşin’ hat lidarxistin. Konferans ji 300 delegeyan pêk dihat. Hemû xebatkar, sazî û komîteyên ku di nava wargehê de hene cihê xwe girtin. Asta nirxandinên ku derketin pêş, asta xwerêxistinkirinê ye. Di nava wan sê rojan de gelek nirxandinên bi nirx jî hatin kirin. Em dikarin bibêjin di asta giştî de jinên wargehê bi xurtî beşdar bûn. Bi rêziknameyên me, bi pêşnûmebiryarên me û plansaziyên me yên du salan ku wek meclis û komîte û saziyên di bin banê wê de xwe ji nû ve ava kirin, di cihên mayî de valahiyên heyî tijî kirin û bi pêvajoyê re bûn yek. Ev konferans di şexsê şehîd Evîn Goyî, Raperîn Amed û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ku canê xwe ji bo jinên Kurd û gelê Kurd feda kirine de diyarî şehîdên me yên nemir hat kirin.”