Li dijî civakê polîtîkayên şerê taybet tê meşandin
Rêvebera projeyan a Rêxistina Geşepêdana Medenî Kûjîn Osman bal kişand li ser zêdebûna bikar anîna madeyê hişbir ku weke polîtîkayek taybet ya li dijî civakê tê meşandin e û li dijî van polîtîkayan banga hişyariyê kir.
ŞÎRÎN SALIH
Silêmanî – Bikar anîna madeyê hişbir weke rêbazekê şerê taybet a li dijî civakan tê meşandin. Li Başûrê Kurdistanê jî ji ber kûrbûna polîtîkayên taybet yê li dijî civakê bikar anîna madeyên hişbir zêde dibe. Tenê di şeş mehên destpêka îsal de 93 kes ji ber bazirganiyê û 385 kes jî ji ber bikaranîna madeyên hişbir hatin girtin. Di sala 2022’an de bi giştî hêjmara kesên hatin girtin ên bikarhêner û bazirgan 2103 kes bû. Rêvebera projeyan a Rêxistina Geşepêdana Medenî Kûjîn Osman a bal kişand li ser xeteriya ku rû dide banga hişyariyê kir.
Kûjîn Osman diyar kir ku madeyên hişbir, madeyekî ku bi awayekî zêde û bi zerere tê bikaranîn e û wiha got: “Beşek ji vê madeyê ji nebatan tê çêkirin û beşek jî bi rêya dermanan tê çêkirin û weke dermanê êşê tên bikaranîn. Ger ev dermane ne li gora rênmayên bijîjk û bi rêjeyek zêde were bikaranîna dibe sedemê fêrbûna kes. Ev jî ji bo kes û civakê ziyane. Niha madeya hişbir û krîstal bi rêjeyek zêde tê bikaranîn. Mixabin niha ciwan dibin temenê 18 salî de vê madeyê bikartînin.”
‘Madeya hişbir ziyanê dide kes û civakê’
Kûjîn Osman da zanîn ku bikaranîna vê madeyê ziyan wî ya fizîkî, derûnî û civakî heye û wiha dom kir: “Sedemê zêdebûna vê diyardeyê ji ber nêzîkbûn û hevaltiya bi kesên ku bikatîne re ye, beşek jî ji ber çavlêkirinê ku ciwan dixwazin bi cerîbinin. Lê belê ev ceribandine dibe sedemê fêrbûnê, ger malbatek tundîtûjî tê de hebe, kes ji bo rizgariya ji vê rastiyê bikaranîna vê madeyê ji bo xwe weke çareseriyekê dibîne. Ji ber kêşana vê madeyê wisan li kes dike ku keyfxweşiyê hîs bike û eve jî zêdetir fêr dike. Xirabiya rewşa aborî wisan li kes dike bikaranîna vê madeyê ji bo xwe weke stargeh dibîne. Civak berbi astek xirab ve diçe û wisan li kes dike weke xwe nêz nebe, ziyanên vê madeyê di asta kes de namîne, civak jî jê zere dibîne.”
‘Cezayên pêşîlêgirtinê nayên dayîn’
Kûjîn Osman bi bîrxist ku li gorî zagonên Îraqê bi karanînan madeyên hişbir wek sûc tê dîtin û wiha got: “Lê belê di aliyê derûnî de bikaranîna vê madeyê weke qurabanî nêz dibin. Li gorî daneyan sal be sal bikarhêner û bazirganikirina madeyên hişbir zêde dibe. Mixabin li herêma Kurdistanê cihek wisan nîne çaresariya kesên ku fêr bûne bikin, divê ew kes demek dirêj dibin çavêdêriya bijîjk de bimînin, da ku bikarin bikevin nava civakê û weke kesek normal nêz bibin. Ew kesên ku bazirganiya vê madeyê dikin hemû nayên girtin û neyên cezakirin.”
‘Divê pêşî lê bê girtin’
Kûjîn Osman da zanîn ku civak ji her tiştê ku bandor bibe jin ji vê bandoriyê para xwe digrin û wiha got: “Ger tundîtûjî be yan jî fêrbûna madeya hişbir be, jin ji derveyî vê dibin qurbaniyên yekem. Dema ku ev madeyane tên bikaranîn, rastî tundîtûjiya zayendî tên û di aliyê derûnî de jî rastî acizî û tenêbûnê tê û rengê çermê wan tê guhertin. Ji bo kêmkirina vê diyardeyê, divê li beramberî vê ziyana madeya hişbir hişyarî were belavkirin. Çareseriya ew kesên ku bikartîn bikin û her wiha sînoran tundtir bikin. Ji ber vekirina sînoran di aliyê welatên cîran de wisan kiriye bi asan bazirganiya vê madeyê bê kirin.”